Mashup weke diyardeyeke muzîkê salên 1990´î derketiye holê. Bi pirranî DJ´yan bi kolajkirina deng û muzîka gelek hunermendan ev kar kiriye. Lê paşê ev veguherî karekî mîna potporiyê yê muzîkjenan. Van demê dawiyê nexasim li Kurdistanê li ser “Youtube” mushup´ên ji muzîka gelêrî û herêmî pêk tên, veguherîn fenomenekî. Li vir em bi bîr bixin, di mushupê de gava berhemekê dest pê kir divê beriya deqîqeyek temam bibe, berhemeke din dest pê bike.

Rojbîn Kızıl û Fehîme Tebaxa bihurî bi hev re Mushupeke bi Kurdî amade kir û ji niha ve bêhtirî 17 milyon caran ev mushup hatiye tikandin. Paşê wan mushupeke duyem jî çêkir. Wan vê carê jî nexasim jî muzîka bi terzê li xweşiya ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê diçe ango RnB/Hip-Hopê ev mushup çêkir. Piştî van Yasîn Yildiz (muzîka govendê), Sê Bira (muzîka soft û slow) jî mushup kir.

Hefteya bihurî jî Sîlbus û Tarî bi stranên bi kêf ´mushup´ek çêkir û di Youtube de bû yek ji vîdeoyîn mushup ê herî zêde tê temaşekirin. Axir mirov rexne bike, yan jî neke, ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê bi xêra mushupan li stranên Aram Tigran, Bişar Zaxoyî, Delîl Doxan, Hozan Brader, Seîd Yûsiv nas dikin û dihisînin. Heger Renas Mîran dengbêjî bi ciwanan dabe guhdarîkirin, “Mashup”van jî çima nikaribin Kurdî bi ciwanên li xerîbistanê bidin guhdarîkirin.

n FRANKFURT