
Li Çînî droneke nû hat bipêşxistin. Ev drone nafire lê avjeniyê dike: ew masiyekî robot ê biyonîk e. Navê wî jî Bîkî ye.
Ev robot, ango Biki xwedî kamerayekê ye ku xwedî zelaliya teknolojiya 4 K´yê ye. Di heman demê de bi GPS´ê rêya xwe dibîne. Ew algorîtmayekê bi kar tîne ku li zanîngeha Pekînê hatiye bipêşxistin. Bêyî ku li astengî û bendên li pêşiya xwe bialike, rêya xwe dewam dike. Tevî kameraya xwe ya bi lenseke berfireh, dikare heta bi 60 metroyan kurahiyê noqî avê bibe. Lê netirsin, Biki di deryayê de wenda nabe, dema ku enerjiya wê ango pîlên wê kêm dibin, ew xweber derdikeve ser avê.
NAVENDA NÛÇEYAN