Profesorê dîroknasiyê Mîrza li gotara xwe ya konferansê de got, “di olan de dadwerî ya mirovayetî tuneye”. Dadwerî ya bi navê Xwedê heye û bi navê Xwedê oldar rê didin kuştina mirovan. Oldar her tirsa Xwedê dibêjin, û mirovan bi dojeha wî tehdît dikin. Ev çawa dadwerî ye? Li dera ku tirs lê hebe, dadwerî tuneye. Li wir derewkarî heye, durûtî heye û mirov xapandin heye.”
Li salonê hemû bihêrs li dijî wî axivîn. Hinan ew bikuştinê tehdît kir û hinan jî dûrxistina wî ji konferansê xwest. Berî ku wî ji salona konferansê derxin, ew derket û vegeriya odeya xwe ya razanê. Ji salonê heta odê her di ber xwe de got, “hûn hemû derewan dikin, olên we heroj bi navê Xwedê mirovan dikujin.” Bi wê hêrsê hat û li nav nivînan xwe dirêjkir. Bi wê bêhntengiyê bi xew ve çû.
Piştî bêdengiyeke kûr li derve pêjn hate guhên wî. Bi bihîstina dengan re bê aramî û tirsa wî zêde bû. Bi dizî li cihê ku pêjn jê hatî nêrî. Li derveyî odeya wî tirs û koledarî hukimdar bû. Jiyan hatibû maskekirin. Bi her kesî re çend maske hebûn. Li her cihê ku diçûnê maskeya wî cihî didan ber rûyê xwe. Civak bi maskeyên derewan hatibû maskekirin. Dengê oldarên ku dizî dikirin û kujerên ku xwe mumîn nîşan didan, tevîlhev dibûn.
Profesor Mîrza tirseke mezin di nava xwe de hîs kir. Bi wê tirsê derkete derve û meşî. Li derve bû, lê bê aramiya di nav dîwaran de li derve jî di giyanê wî de hebû. Ne hestên şîrîn di dilê wî de û ne jî hêviyeke xweş hebû. Di hişê wî de tîrêjên gotina rastiyê li hev diketin. Her ku tarî, tarîtir dibû gumên û xumêna dengan jî nêzîk dibûn. Piştî gumeguma dengan, çavên çîlspî û çavên ji xwînê sorbûyîn, hatine dîtin. Bi nêzîkbûna dengan re guhên wî ew deng nas kirin. Wî ew awaza tirsandinê gelek caran bihîstîbû. “Allahuekber, Allahuekber…” Mirovên dest bi şûr ber bi wî ve dihatin. Bi Allahuekberan re kulmên wan bilindî asîman dibûn. Li nav reştariyê, alên wan ên reş berba dibûn. Dengê mirovan û zengilê dêran perdên guhên wî dilerizandin. Misilman û xirîstiyanan bi hev re êrîşî wî dikir. Li cihê xwe sekinî û deng li xwe kir. “Ev çi ye tu dikî? Ne pêwîst e tu xwe bikî pêkenokê tirsonekan.”
Fîlozof û zaneyên ku oldar bi navê Xwedê kuştin, anîne bîra xwe. Qelabalix bi gavên giran nêzîk dibû. Berê hemû awiran li wî bûn. Sembola çarmixkirina Îsa xaç di destên wan de û diqîriyan. Li nav çavên spîsor û dengên tevlîhev, çav û dengên nas maske dabûn ber rûyê xwe. Bi dîtina wan rûyên reşkirî yên xwediyên dengên nas, dilê wî xwest ji qefesa singa wî derkeve. Êşa rûyên maskekirî ji tirs û êşa dengê Allahhhuekber û zingîna dengê zengilên dêran dijwartir bû. Xayînên ku xwîşk û birayên xwe dabûne destan û firotibûn celadan, êrîşî wî dikirin. Xwest ji ber bahoza dengan bireve û çavên maskekirî wî negirin. Hemû bi devekî diqîriyan û bi destekî zengil dihejandin.
‘‘Allahhhhuekber, Allahhhuekber... zinnng, zinnng…’’
Misilmanan sedema sernekeftinên xwe yên dîrokî, pêşiyê wî kayêkayan Yazgirdê Arî didîtin. Xirîstiyanan jî sedema têkçûna xwe ya Rojhilata Navîn, sultanê misilmanan Selahadîn Eyûbî El-Kurdî didît. Tola têkçûnên xwe yên dîrokî dixwestin ji wî bigirin. Bi çavên serseriyekî ji rê derketî lê dinêrîn. Wî guh nedida êrîş û nêrînên wan û got, “hûn dixwazin min yar an jî neyar bibînin, ne êrîşên we, ne dengên we û ne nêrînên we dikarin min rawestênin.” Lê rûyên maskekirî dikirin ku girêk di gewriya wî de mezin bibe û qolincên negihiştina armancê di hişê wî de bijênin.
Li dijî wî oldarên olên cuda, dijmintiya hevûdu ji bîr kiribûn. Mîna gumeguma ewran gumîn ji dengên wan dihat. Li ber bahoza dengan kete erdê û ji xwe re got, “êdî ti kes û ti tişt nikare te rizgar bike.” Serê xwe kire nav destên xwe û wisa parast. Li benda kevirekî rejimkirinê, an jî pehîneke lînckirinê bû. Laşê xwe nediparast, bi tenê ji serê xwe ditirsiya. Ji bona ku êrîşa dengan raweste, her bêtirsiya xwe dubare dikir. Lê nas û nenasan bi hev re êrîş dikir. Dengê girî û nalînên jinan û qajîna zarokên şîrmij ku li ser singoyên oldaran giyan didan, perdeyên guhên wî qul dikirin. Mêrxasî û janê, lehengî û evînê, dilovanî û nefretê, daxwaza tolhildanê û lêburînê bi hev re ew hembêz dikir. Ji kûrahiya nava xwe deng bihîst, “Ne tirse! Ne tirse! Pêşî jiyan çêbû û pişt re mirin. Lê jiyan nûtir e ji mirinê. Ev çîrok, dîroka mirovan a mezin e.”
Li ber dengvedana dengên nava xwe, ji xew veciniqî. Li derdorên xwe nêrî û di ber xwe de got, “ev oldarên sextekar di xew de jî dev ji mirov ber nadin.”