HERÊM QADIR / ROJNEWS

Yekemîn kargeha maskeyan li Seyidsadiq hat vekirin. Di kargehê de 13 kes dixebitin, rojê hezar maske tên çêkirin.

Nexweşiya vîrusa Koronayê ku li tevahî cîhanê belav bûye, ji bo rê û rêbazên amûrên xweparastina ji vîrusê daxwazeke zêde heye. Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê ji bo tedarikkirina maskeyan kargehek hat vekirin.

Kargeha li derveyî navenda navçeyê ye destpêkê ji bo çêkirina cilûbergên tenduristiyê hatibû amadekirin, lê belê piştî belavbûna vîrusa Koronayê, niha li vir maskeyên mirov didin ber dev û difna xwe tên çêkirin.

Karmendên li vir dixebitin diyar dikin ku maskeyên çêdikin pir bi kalîte ne, çar fîltreyên wan hene û ji yên li derveyî welat tînin herêmê pir baştir in.

Karmend bi lepik, maske û pêşmalkên taybet derbasî hundirê kargehê dibin û dest bi karê xwe dikin.

Xwediyê kargehê Emîr Behadîn têkildarî kar û xebatê axivî û got, armanca wan a sereke xizmeta ji bo gel e.