Maskeyan çêdikin û didin xelkê
Li bajarê Essenê Dildar Xaleş xwediyê dikaneke dirûnê ye. Ji dema ku krîza koronayê destpêkiriye û vir ve, ew û du hevalên xwe maskeyan didirûn û li xelkê bê pere belav dikin.
Dildar Xaleş jî û hevalên wî Hozan û Kovan Osman jî Kurdên Rojava ne. Ew dibêjin, bi vî awayî ew dixwazin qenciyekê bi civakê bikin. Hê nû, gava dikan diviyabûn bên girtin, fikra Dildar a çêkirina maskeyan hebû.Û va ye ev du hefte ne, ew tevî herdu hevalên xwe maskeyan didirû. Ew rojê 150 maskeyan çêdikin û wan belaş belav dikin. Dildar dibêje ew ê li dikana xwe Änderungsschneiderei Abeh, tevî hevalên xwe vî karî dewam bike û maskeyan çêke. ESSEN