EHMED EL-KEMYAN / TIRKÎ EL-KALIT / ANHA / EYN ÎSA
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko pirsgirêk û astengiyên ku rastî prosesa perwerdeyê hatine û plansaziyên girêdayî herêmên ku nû hatine rizgarkirin, nirxandin.
Kewser destnîşan kir ku desteyê civîna xwe ya dawî bi komîteyên xwe yên rêveberiyên sivîl û xweser re çêkir û got, ”Ji bo sala xwendinê ya 2018-2019’an, dema ezmûnên dawiya salê di destpêka meha Gulanê de û dema qedandina werza duyemîn di 15`ê Gulanê de diyar bûn.
Îsal du pirsgirêkên sereke hebûn
Kewser prosesa perwerdeyê ya sala 2018-2019`an li gorî salên derbasbûyî bi başî wesifand û got, “Îsal du pirsgirêkên me yên sereke hebûn. A yekê derengmayîna wergirtina materyalan li hindek rêveberiyên mîna Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bû. Ya duyemîn kêmbûna amûrên perwerdeyê li hindek dibistanan, bi taybet dibistanên ku em neçar mane bi awayekî lezgîn sererast bikin da ku zarokên wan herêman ji xwendinê bê par nemînin.”
Kewser Doko soz da ku ew ê dibistanên herêmên nû hatine rizgarkirin ên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê mîna Sûse û Hecîn sererast bikin û kadroyên perwerdeyê ji bo pêşwazîkirina xwendekarên wan herêman bi destpêka sala bê re amade bikin.a
Hejmara xwendekaran 800 hezar e
Li gorî serjimarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, hejmara xwendekaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qederê 800 hezarî ye. Li ser 5 hezar û 78 dibistanan bi çavdêriya 42 hezar û 852 mamosteyan belav bûne.