Mawa ya piçûk hat veşartin
Cenazeyê pitika Kurd a 2 salî Mawa ku di dema şopandina polîsan a wesayîtê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Belçîkayê hate veşartin.
Merasîm saet 13:00’an de li Meydana Lyce ji aliyê NAV-BEL û Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) ve hate lidarxistin.
Kurdistanî û Belçîkayî beşdarî merasîmê bûn û merasîm bi meşê dest pê kir.
Girseya gel cilên spî li xwe kirin û kuştina pitika 2 salî bi destê polîsan, protesto kir.
Meş heta bi Goristana Chaerberckê dewam kir. Li goristanê cenazeyê pitika 2 salî Mawa bi duayan hat veşartin. BRUKSEL