Li Amedê dadgerê dagirkeriya Tirk marşa Ey Reqîb a Komara Kurdistanê weke sirûda rêxistinê bi nav kir û pê biryara ceza da. Qeyûmê şaredariya Peyasa Amedê dagirkirî jî navê Cegerxwîn ji ser navenda çandê anî xwarê. Polêsên dagirker ên heman dewletê li Şirnexê gora gerîlayê HPG´ê Dijwar Goyî texrîb kir. Ev êrişên dewleta Tirk eşkere nîşan didin ku wê şerekî topyekûn li dijî tevahiya hebûna Kurd daye destpêkirin. Bi her halî, ji metna sirûda Ey Reqîb ku dibêje, tevî hemû êrişên we yên bi topan û zilma we dijminan jî Kurd bersivê didin: Maye Qewmê Kurd ziman*.
Di salvegera berxwedana dîrokî û çalakiya afirîner a şîara “berxwedan jiyan e” ango çalakiya rojiya mirinê ya ya 14´ê Tîrmehê de, çawa ku hingê Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek kelha zilm rûxandin, zarokên miletê Kurd bi sekna xwe ya bi rûmet a di gotinên Mehmet Tunç, li ser wê rêyê ne ku dewleta zilmê hilweşînin.
Rast e, Ey Reqîb marşa Kurd û Kurdistanê ye
Li Amedê dadgerê dewleta dagirker, marşa neteweyî ya gelê Kurd Ey Reqîb a sala 1938’an hatiye nivîsandin, weke “Sirûda rêxistinê” hesiband û kir sedema girtina Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd û endamê Pena Kurd, Hasip Yanliç. Hasip Yanliç, bi sedema di nava Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de xebitiye bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girt û şandin girtîgehê. Dadger sedema girtina Yanliç weke sirûda Ey Reqîb a di telefona wî de cih girtiye nîşan da. Dadger der barê Mehmet Çakmakçi (Şiyar Dicle), Leyla Dal, Aziz Çelik û Burhan Karakoç de jî bi hinceta tev li merasimê cenazeyên endamên PKK’ê bûne û tev li civînên KCD’ê bûne biryara girtinê da. Li ser vê yekê, yek gotin dimîne ku ji nava refên xelkê Kurdistanê bête gotin, rast e ev sirûd 1938´an hat nivîsandin, rast e ku ev helbesta Dildar (Yunus Rauf) sala 1946´an bû marşa neteweyî ya Komara Kurdistanê, rast e ku PKK 1978´an hat damezrandin, lê her weha rast e, heger dewleta Tirk topyekun êrişî Kurdistanê dike, PKK jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye û rast e, Ey Reqîb marşa Kurdistanê ye.
Hûn bi Xanî nikarin
Qeyûmê Şaredariya Peyasa Amedê navê Navenda Çand û Hûnerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist. Ev navend ji bo bîranîna yek ji mejiyên wêjeyî û rewşenbîrî yên hişyariya neteweya Kurd, Cegerxwîn, hatibû avakirin. Navenda Çand û Hûnerê ya Ciwanan a Cegerxwîn nîsana 2010’an ji aliyê şaredariya DBP’î ya Peyasê ve hatibû avakirin. Li wir, gelek dersên akademîk, muzîk û wêjeya Kurdî dihatin dayîn. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Peyasê hat kirin, navenda çandê hat desteserkirin û hemû xebatên wê hatibûn rawestandin.
Li gorî hin agahdariyan, qeyûm dixwaze navê darbeya 15´ê Tîrmehê ya ku desthilatdariya nû ya zilma dagirker xwe pê kir hukimran, li vê navendê bike û naveroka wê bi temamî pûç bike.
Polêsên nikarin bi saxên Kurdan, goran texrîb dikin
Gora gerîlayê HPG’ê Dijwar Goyî (Samî Pîranoglû) ya li goristana li Taxa Ozellî ya li navçeya Şirnexê Qilabanê bû armanca êrişên polêsên Tirk.
Gora Dijwar Goyî ku yek ji 4 gerîlayên HPG’ê yên sala 2011’an di şer de li bejahiya gundê Mêrgeh ê Qilabanê jiyana xwe ji dest dabû, hat texrîbkirin. Polêsan kêla gorê ya ku wêneyê Dijwar Goyî û nivîsa “Li ser xaka lê ji dayik bûbûm, nû ji dayik bûm. Di şerê min de zilm nîne. Ez Dijwar im, qêrîna min li çiyayên azad e.” texrîb kir.
* Di metna sirûda Ey Reqîb de, bi Soranî li dijî êrişên dagirkerên Kurdistanê ev bersiva hanê tê dayîn: “Mawe qewmî Kurd ziman”.
AMED / ŞIRNEX