“Erk û barê hemû hunermendan di peydabûna derfetên guhertinên cuda yên vê şoreşê de giran e. Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tinekirina binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe.”
BÎLAL GULDEM / MA/NAVENDA NUÇEYAN
Stranên Mehmûd Berazî nexasim di çend salên dawî de di nav Kurdan de gelek belav bûn. Berazî bi muzîk û şêwaza xwe dikare berxwedana Kurdan estetîze bike, wexta vê jî dike xwe dispêre folklora Kurdî. Ji ava Kurmancî vedixwe, tîhna xwe jî ya me jî bi vê dişkîne. Mirov dikare wî di muzîka Kurdî de weke hosteyekî ‘lihevanîn’ê pênase bike, lihevanîna melodiyên folklorîk a Kurdî û form û rîtmên aktuel, lihevanîna destanên Kurdi û qewimînên polîtîk.
Berazî jî ji bo wan lihevanînan dibêje "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê." Û ji bo danîna wê ‘lihevanînan’ jî Rojavayê Kurdistanê û şoreşa lê wekî bingeh nîşan dide. Her wiha ji bo karê xwe jî dibêje: "Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."
Heta niha me li ser Youtubê guh dabû stranên wî bes vê carê jî em ê guh bidin peyvên wî, peyvên ku bi wan ji me re qala hunera xwe dike.
Gava mirov bala xwe dide karên te, tê digihe ku haya te ji melodiyên muzîka klasîk a Kurdî heye û tu wan melodiyan bi form û naverokekê pêşkeşî me dikî. Tu çawa bi vê lihevanîna melodiyên folklorîk a Kurdî û form/ritmên aktuel radibî?
Her dem di muzîka Kurdî de melodî li pêş bû, lê atmosfera giştî û hewaya hawirdorê ne li pêş bû, ji bo wê, karê guncav hatiye dîtin ew e ku mirov li ser harmoniya wê bixebite, wekî ku tu derbasî baxçeyekî bibî û tu nikaribî gulekê ji derveyî giya, çîmen û siya darên hawirdorê bibînî. Hemû bûnewerên jiyana wê gulê ava dikin, an ku mirov -bi derfetên nûjen-hawê dengbêjekî Kurd ê resen bike. Bi gumana me, çêkirina berhemên bi vî rengî xwe dispêre sê aliyan, ew sê alî jî ev in: Melodî, bikaranîna deng, wêje û naverok.
Tu dikarî van xalên ku cihê xwe di kevneşopiyê de digirin bi şêweyekî hûnandî di asteke zanistî de binirxînî, ji ber ku xweristî ne û bûne jêdereke mayînde û afirîner a îroroj û siberojê û di heman demê de ji reseniya muzîka cîhanê ya klasîk jî ne cuda ne.
Em dêhna xwe didin filmên Kurdî çi fîktîv çi dokemanter, muzîkeke ku tu bêjî di bîra mirov de bimîne hema em nebêjin tune, lê em bêjin hindik e. Bes soundtrackên ku te ji bo çend filman çêkirine, kêfa gelekan ji wan re hatiye. Di bîra mirov de li gel filman çêjekê dihêle…
Di pêşketina reng û şêweyên sînemayê de, di temama dîroka vê hunerê de rola muzîkê her dem hatiye guhertin û di qonaxên cuda de derbas bûye. Di qonaxa reş û spî û ya bêdengiyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêşketina teknîk û şêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giştî û taybet. Ji ber ku dezgehên çêkirina sînemaya Kurdî pir dereng mane û pêvajoyeke fireh ji bo çêkirina filmên Kurdî peyda nebûye, muzîsiyenên ku dûrî vî rengê muzîkê mane, muzîsiyenên Kurd, nikarîbûn zû ji pergala çêkirina muzîka stranê dûr bikevin. Lê dîsa jî hindek hunermendan hewl da vî şêweyê muzîkê di nav stranên xwe de bi cî bike, lê pêdiviya vî karî bi xwe jî bi asteke sazîbûyînê û kanalên têkilîdanînê heye. Niha li Rojavayê Kurdistanê ev bingeh ava dibe.
Lê çêjeke teknîk û rîtmên te bi xwe jî hene, ew çêjên hanê ji ku tên?
Helbet li gorî pêdiviyên her çîrokê û atmosfera ku ji bo mijarê tê xwestin, bingehek tê çêkirin, lê alavên hestewarî, amûrjeniya pêkan û xalên ku me di destpêkê de anîn ziman ku em pêbawer in û em nameya xwe ya çandî tînin ziman û di asîman û mejiyê xebatê de bi hev re dihûnin, ev nayê wateya ku hemû berhemên ku çêdibin li gorî asta ku ji aliyê me ve tê xwestin in.
Mehmûd Berazî bi Tev-Çand û Komîna Fîlm a Rojava re stranên wekî "Nivişta Gerîla", "Efrîna Tola Salan" "Ji Bo Şengalê" û "Dengbêj Qaso - Me Sefer e Li Ser Botanê" çêkirin û van stranan gelek deng da. Di van stranan de hêmanên destanî jî hebûn. Dîsa em ji bo te peyva "lihev tîne" bikar bînin. Di van stranan de jî lihevanîna destan û qewimînên polîtîk hebû?
Wekî tê zanîn, li seranserî Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar e û vê şoreşê deng daye, ne tenê li Kurdistanê deng daye, lê belê li hemû cîhanê guhertinên mezin bi xwe re anîn. Milê siyasî, leşkerî, civakî û civaka gelên Kurdistanê bi cîhanê da naskirin. Li gorî me, şêweyê herî guncan ê ku bikare çand û hunera vê civakê û liberxwedan û nirxên wê bide nasîn hunereke efsaneyî di pergala destanê de ye. Ev şoreş hêjayî nameyeke hunerî ya payebilind e. Nabe ku em vê qonaxa awarte û berdêlên giran bispêrin zimanê ragihandinê tenê, me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên tradîsyonel bi rihê vê şoreşa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê şoreşê bûye. Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê.
Ji nav amûrên muzîkê bêhtir hûn kîjan amûrên muzîka Kurdî bi kar tînin an jî hûn amûrên muzîka rojavayî bi kar tînin?
Li ba min, ew veqetandin û cudakirina amûrên Kurdî yan ên gelên din, ên rojhilatî yan rojavayî ne derbasdar e, ji ber ku taybetmendiya amûran heye û taybetmendiya frekansan heye. Hemû amûr hev temam dikin, ez li gorî pêdiviya berhemê wan bi kar tînim, min bi tembûrê dest pê kir û aniha ez li gelek amûran didim lê mebesta min ne ku ez bibim pisporê jenîn a her amûrê bi qasî ku ez dixwazim wan fêm bikim, hêz û taybetmendiya wan nas bikim û li gorî wê tev bigerim.
Nîqaşeke avaker divê
Em li hunera te mêze dikin tenê trajediya Kurdan tune estetîka berxwedanê jî heye…
Ziman û çand û hunera Kurdî di qonaxeke demdirêj a qedexekirin û çewsandinê re derbas bûye û vê yekê bandoreke xerab kiriye û li gel hemû hewldanan, di gelek aliyên xwe de şêweyê gazin û lomeyê derbas nekirine. Ji ber vê yekê, erk û barê hemû hunermendan di peydabûna derfetên guhertinên cuda yên vê şoreşê de giran e. Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tinekirina binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe. Di çarçoveya avakirina saziyên perwerdehiyê yên vê civakê de ku xwe bispêrin lêkolînên dîrok û kelepûrê, ev e erka hunermend.
Cerebeyên Rojava ya Xweseriya Demokratîk saziyên xwe yên hemû qadan ava kirin, pêwîst e di hişmendiya avakaran û birêveberiya rêxistinî de gaveke ber bi pêş ve li gorî giringiya saziyên çand û hunerê bê avêtin. Ev tiştên me anî ziman mebesta me jî jê ew e ku em deriyê pirsan vekin û nîqaşeke avaker ava bikin.
Mehmûd Berazî kî ye?
Di sala 1983'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê. Dayik û bavê wî ji Kobanê ne. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994'an dest pê dike. Dibistana muzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtine. Ew dibêje piştî ku wi hin tişt nas kirin û baweriyek di serî wî de ava bû êdî derket asteke bilind a muzîkjeniyê. Aranjoriya muzîkê dike. Di Orkestra Heskîfê de ya di bin banê Şaredariya Êlihê de hatibû avakirin jî aranjoriyê dikir.