Mûstefa Yîgît (Mazlûm Urfa) ê ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê hate bibîranîn.
Malbata Mûstefa Yîgît û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) merasîmeke bibîranînê li dar xist.
NCDK Frankfurt bi tevlîbûna sedan kesî merasîmek li dar xist û bal kişand ser têkoşîna Yîgît û di kesayeta Yîgît de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.
Birayê Yîgît Şehstî Yîgît got, “Em ê rê û têkoşîna Mazlûm bişopînin.”
Li ser navê KCDK-E´yê Salman Engîn jî got, “Heval Mazlûm li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê, bêdeng nema û tevlî berxwedana Kobanê bû.”
Ji Komîteya Malbatên Şehîdan a Frankfûrtê, Mehmet Emîn Yildiz jî got, “Erka dikeve ser milê me ew e ku em bidin ser rêya wan.”
ANF/FRANKFURT