
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî îdiayên rojnameya The Jerusalem Post derewand û diyar kir ku wan weke PJAK'ê alîkarî ji Îsraîlê nexwestiye, ji bo şerê li dijî Îranê.
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî di hevpeyvîna xwe ya ligel malpera Xebar 24 de bersiva îdiayên rojnameya The Jerusalem Post da û diyar kir ku wan ji Îsraîlê alîkarî nexwestiye, ji bo şerê li dijî Îranê.
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî wiha destnîşan dike; "Ji berî çend rojan min ji rojnameya The Jerusalem Post re axivîm. Lê vê rojnameyê axiftinên min guherîne û berevajî kirine. Rojnameyê destnîşan kiriye ku, min daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku alîkariya me bikin. Di rastiyê de min qet behsa tiştek wiha nekiriye. Tiştekî wiha ne raste û min qet tiştek wiha negotiye. Min tenê destnîşan kiriye ku xalên hevbeş di navbera Kurd û Cihûyan de hene. Çand û dîroka wan ji dîroka Mezopotamya ve nêzî hevin û li wir bi hev re dijîn. Min behsa Cihûyan kiriye, ne ya Îsraîlê. Ez Hevserokê PJAK'ê me. Lê wan daniye Cigirê Serokê PJAK'ê ev yek jî şaşe. Herwiha ragihandine ku di sala 1997'an de PJAK hatiye damezrandin û dest bi xebatê kiriye. Ev yek jî şaşe, PJAK di sala 2004'an de hatiye damezrandin û dest bi xebatê kiriye. Emê hewl bidin ku peywendî ligel vê rojnameyê bikin van şaşiyên xwe rast bikin. Ji bo ku rastî derkeve holê. Min daxwaza alîkariyê ne ji dewletê ne jî ji Îsraîlê nekiriye."
Wateya agirbestê nema ye
Herwiha Moînî têkildarî îdiayên dibêjin PJAK'ê li ser daxwaz û ji ber berjewendiyên PKK'ê li gel Îranê agirbest îlan kiriye jî wiha got; "Ev yek neraste. PJAK'ê şer nerawestandiye. PJAK partiyekî siyasî û îdeolojiye. Xebat û têkoşînê ji bo bidestxistina mafê rewa yên di çarçoveya Îranê de û Rojhilatê Kurdistanê de dike. Em van îdiayan red dikin. Ji wê demê ve çend caran ev agirbest ji aliyê Îranê ve hatiye binpê kirin. Ji bo me niha ti fermiyet û îhtibarekê agirbestê nemaye. Îranê daxwaza agirbestê kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet YNK, PDK û KCK'ê rolê navbeynkariyê girtin. Daxwaz ji PJAK'ê kirin ku şerî rawestînin. Me jî pejirand ku şer rawestînin. Bi taybet hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji me kir. Herwiha PDK'ê ji daxwaz ji me kir ku em şer rawestînin."
NAVENDA NÛÇEYAN