Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kir ku bi rêveberiya Şamê re li hev kiriye. Li gorî vê, Artêşa Sûrî wê erka xwe ya parastina sînoran pêk bîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku bi rêveberiya Şamê re li hev kiriye.

Rêveberiyê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got:”Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hêza xwe ya leşkerî Hêzên Sûriyê Demokratîk ku ji hemû ciwanên pêkhateyên Sûriyê pêk dihat, li herêmên Rêveberiya Xweser ji bajarê Kobanê ji sala 2014`an li dijî terorê şer kir. Ev şerê rizgarkirinê li dijî rêxistina terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir û li rojavayê Firatê Minbic, piştre Girê Spî, Tebqa û heta paytexeta wê Reqayê û piştre Dêrazor rizgar kir. Ev erdnîgariya rizgarkirî ji 1/3 axa Sûriyê ye û Hêzên Sûriyê Demokratîk 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan. Ev berdêleke giran bû ji bo em gelên Sûriyê rizgar bikin û pêkhateyan hemû ji zilm û zordariya vê rêxistina terorîst xelas bikin  û parastina yekbûna axa Sûriyê bikin.

Me her tim yekîtiya Sûrî xwest

Di projeya me ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûrî de parçekirin û cudahî tineye. Banga me her tim ji bo diyalogê bû û me ji bo aloziya li Sûrî çareseriyeke aştiyane xwestiye û hê jî em bi heman awayî tevdigerin. Me êrîşî ti kes û dewleta cîran û heta dewleta Tirk nekiriye û gef lê nexwariye. Lê dewleta Tirk me bi terorê tewanbar kir û hê jî vê didomîne. Îro jî êrişî erda Sûrî dike ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi xwîna ciwanên vê axê rizgar kiriye.

Parastina sînor erka artêşa Sûrî ye

Di nava 5 rojên derbasbûyî de li hemberî sivîlan sûcên herî hov kirin. Hêzên Sûriye Demokratîk bi lehengî û qehremanî li hember êrîşê li ber xwe da û gelek şehîd û birîndaran ji bo parastina serdestiya Sûriyê dan. Lê dewleta Tirk di êrîşa xwe de berdewam e. Ji bo ku em li hember vê êrîşê bisekinin. Me bi hikumeta Sûriyê re li hev kir ku erka xwe ya bergiriya sînoran bike. Ev lihevkirin derfeta rizgarkirina tevahiya ax û bajarên Sûriyê yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin mîna Efrîn û bajarên din çêdike.

Li ser vî esasî em tevahiya şêniyên xwe ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bajarên ser sînor ji vê belavbûnê agahdar dikin. Ev belavbûn bi koordîne û lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Artêşa Sûrî bi erka xwe rabe!

   

Nûnerê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji televîzyona Ronahî TV re peyivî û qala naveroka lihevkirina bi rêveberiya Şamê re kir. Xelîl beriya her tiştî destnîşan kir ku ya bi rêveberiya Şamê re kirine, lihevkirin e, ne peyman e. Tenî lihevkirine ku artêşa Sûrî bi erka xwe rabe û sînorên Sûrî bi Tirkiyê re biparêze. Xelîl bi rewşa niha ya cuda bi dema Efrînê re kir û îşaret bi nerazîbûnên zêde kir û bal kişand ser cudabûna cografyayê û got, “Sûrî niha dibîne, eger tiştekî neke wê ev dever bi tevahî ji destan biçe û bikeve destê dewleta Tirk. Ya din jî dewlemendiya Sûrî hemû li vî alî ye û eger ev ji dest biçe, tiştek di Sûrî de namîne.” Xelîl bi taybetî destnîşan kir ku ew ji bilî ewlekariya sînor li ser tiştekî din nepeyivîne.