Bi daxuyaniyên şahidan qatiliya dewleta Tirk careke di lê eşkere dibe. Walîtiya Şirnexê li navçeya Şirnexê Cizîrê li xelkê navçê derketina kolanan ji bo 9 rojan qedexe kir. Di nava vê demê de jî li derveyî her huqûqa heyî û bi binpêkirina mafên sereke yên insanî li Cizîrê 21 welatiyên sivîl qetil kirin. Yek ji welatiyên sivîl zarokê 15 salî Bunyemîn Îrcî bû.
Qetil kirin û nehiştin rakin nexweşxaneyê
Di dema vê helwêsta ne-insanî a dewleta Tirk ferzkirî de polêsan weke sekvan hatî bicihkirin bi guleyekê Bunyamin Îrcî ji sînga wî birîndar kir. Dema hevalên wî xwestin Îrcî bi birîndarî xelas bikin û bibin nexweşxaneyê, polêsan ji panzêrê gule li komê reşandin û destûr neda ku Îrcî yî birîndar rakin nexweşxaneyê. Şahidên bûyerê dan zanîn ku Îrcî ji aliyê polîsan ve hatiye înfazkirin. Şahidê bûyerê Abdurrahman Okşul ê 36 salî, got, 10'ê Îlonê Bunyamîn Îrcî ji ber ku li taxa Nurê elektrîk tunebû, bi boneya qeşayê bîne çû taxa Cûdî û rastî êrîşa polêsan hat. Okşul, da zanîn ku dema di kolanê re derbas dibû polêsan gule berdan Îrcî û ji sînga wî ew birîndar kirin. Okşul wiha peyivî: "Dema polêsan Îrcî birîndar kir me xwest em wî bibin nexweşxaneyê. Me xist nava betaniyê. Lê polêsan bi panzêrê gule li me reşandin. Piştî ku polêsan gule reşandin, me Îrcî hişt û em reviyan. Bû sibe em hatin cihê bûyerê me dît ku polîsan bi guleyeke li serê wî xistî, Îrcî înfaz kiriye. Ji ber dorgirtina polêsan me cenaze nebir morga nexweşxaneyê û me bir Mizgefta Şêx Seîd a li taxa Nûrê."
Ambulans nehat
Okşul got, dema Îrcî birîndar bû wan nêzî 50 caran telefonî Ambulansê kiriye, lê ji ber ku ambulans nehet, wan Îrcî xist nava bataniyê û xwest bibin nexweşxaneyê û wiha dewam kir: "Dema me Bunyemîn xist nava bataniyê 2 - 3 maşînên zirxî yên polêsan gule li me reşandin. Dema serê sibê em çûn ser cenaze me dît ku polîsan guleyek berdaye serê wî û ew înfaz kirine."
Okşul wekî din got, piştî ku polêsan Îrcî qetil kir heta serê sibê li kolanê rawestiyan û saet 6'ê serê sibê ji cihê bûyerê veqetiyan û hîna piştî vê yekê wan karîbû cenaze ji cihê bûyerê wergirtin.
DÎHA/ŞIRNEX