Rîham Hiço li ser rewşa Şengalê dibêje:” Heta niha 160 hezar kes vegeriyane Şengalê û bi qasî 300 hezar kes jî li Başûrê Kurdistanê di qampan de dimînin. Ji ber hin cih hema hema temamî mayinkirî ye xelk nikare veger ser xaka xwe.”

AYSEL AVESTA / NAVENDANÛÇEYAN

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a şengalê Rîham Hiço derbarê Êzîdiyên vegeriyane Şengalê û yên li derveyî Şengalê ne, agahî da û got:”Heta niha 160 hezar kes vegeriyane Şengalê û bi qasî 300 hezar kes jî li Başûrê Kurdistanê di qampan dimînin. Wekî mînak gûndê Til Ezêr û Sîba niha di kontrola me de ye lê ji ber ji % 95 hatî mayinkirin xelk nikare vegere warê xwe.”

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xelkê Şengalê neçar ma cih û warê xwe biterikîne. Lê piştî rizgarkirina Şengalê û birêxistinkirina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê xelk bere bere vegeriya Şengalê. Em li ser rewşa dawî ya Şengalê bi Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê Rîham Hiço re peyivîn.    

Ji bo careke din ferman dubare nebe

Rîham Hiço dibêje, êş û azara fermana 3’ê Tebaxa 2014’an kir ku gelê Êzîdî dost û neyarên xwe bêtir binase û wiha diaxive:”Heta vê fermanê jî mixabin civaka Êzîdî dost û dijminê xwe ji hev nas nekiribû. Her tim bi dilsafî pişta xwe da hin kesan. Lê 3’ê Tebaxê civaka Êzîdî biryara xweparastin û li xwe xwedîderkerinê da. Civaka Êzîdî giha wê baweriyê ku heger ew xwe bi xwe neparêze û bi rê ve nebe wê gelek ferman û rojên reş yên mîna 3’ê Tebaxa çêbe. Ji bo careke din ferman dubare nebe, bi fikir û felsefeya Serok Apo civakê biryara tolhidan û berxwedanê da.”

Ji % 95 mayinkirî ye

Li ser hebûna çeteyên DAIŞ´ê li Şengalê jî Riham Hico dibêje, Şengal bi temamî hatiye rizgarkirin lê xelk hê bi temamî venegeriyaye ser xaka xw e û wiha peyivî: “Heta niha 160 hezar kes vegeriyane Şengalê û bi qasî 300 hezar kes jî li Başûrê Kurdistanê di qampan de dimînin. Beriya demekê gûndê Til Ezêr û Sîba ji aliyê Heştî Şahbî ve radestî meclîsa xweser hate kirin. Niha gund di bin serweriya YBŞ´ê de ye. Gund ji % 95 mayinkirî ye. Ji ber vê destpêkê karê paqijkirinê hatî destpêkirin. Heta gund ji mayinan neyên paqijkirin gel nikare vegere warê xwe. Tenê saziya şaredariyê heta niha çûne gund û li gundan hinek kar dane meşandin. Piştî ku YBŞ-YJŞ´ê çû gund şêniyên gund dixwezin vegerin lê hîn ji bo vegerê şert û merc ne guncaw in. YBŞ-YJŞ´ê ji ber gûnd ne ewle ne nahêlin kes vegere van gundan. Lê ji bo vegerê amadekarî tên kirin da ku gel di nava ewlekarî û aramiyê de vegerin cîh û warê xwe.”

Astengiyên PDK derdixe

Riham Hico li ser astengiyên veger û avakirina Şengalê jî dibêje, bi taybetî PDK´ê ji bo ku alikariya derve neyên herêmê gelek astengiyan derdixe û li ser vê mijarê wiha diaxive: “Ji ber ku Şengal girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê ye bi zanebûn nahêlin sazî û dezgehên hikumetê alîkarî bişînîn Şengalê. Ji ber derfetên kêm di warê sazîbûnê de gelek valatî hene weke mînak heta niha ji ber nebûna dibistanan bi sedan şagirt nikarin biçin dibistanê. Ji ber wê xelk ji bo xwendina zarokên xwe neçar dimîne biçin Hewler Silêmanî, Başîk, Musil û deverên din. Disa saziyên fermî yên weke çêkirina nasname, tine gel jî neçar dibin ku biçin herêma Kurdistanê nasnameyên xwe derxin.Dema diçin herêmê jî bi hinceta nêzî reveberiya xweseriya Şengalê ne tên girtin an jî asteng kirin. Astengiyeke din jî bê derfetiya kar e. Ji ber heta niha xelkê Şengalê weke  karmendên dewletê dixebitîn di warê aborî de gelek zahmetiyan dikişînin. Li Şengalê çandinî,kargerî gelek kêm e ji ber wê xelk nikare debara xwe bike. Heta niha ti hêz û dewletan ji bo derfetên kar û hesankirina jiyanê tiştek nekirine.Ji ber wê sedemê Xelk nikarin vegere warên xwe.”

Pêwistiyên lojîstik,av û stargehê jî zêde dibin

Her wiha Riham Hico bi bîr dixe ku bi vegera xelkê rê pêdiviyên nû peyda dibin li gel wê jî di warê aborî de jî kar û xebat jî zêde dibin. Riham Hico li ser vê yekê wiha qise kir:”Bi vegera gel re pêwistiyên lojîstik,av û stargehê jî zêde bûn. Rexmî zehmetî û lîstikê li ser civakê jî me mecilsê xwe ava kir. Ji ber ev mecils û îradebûn ne li gorî berjewendiyên gelek aliyan bû.  Ji ber cara yekê civaka Êzîdî dibe xwedî îrade û vîn û li himberî pîlan û komployên wan xwe bi rêxistin dike û rê nadin ku careke din wan li gorî xwe bi rê ve bibin.”