Rûniştina doza komkujiya Reyhanliyê li dadgeha dewleta Tirk a Giran a 9´an a li Enqerê bi rê ve diçû, doh hebû. Mexdûrên ku ji dadgehê derketinrastî êrişa poêsên dewleta Tirk hatin. Polês paşê çûn cem mexdûrên ku beriya bi kêliyekê li wan xistin û ji wan re got, „Li qisûrê nenihêrin, me got qey hûn HDP´yî ne ku ji doza Demirtaş derketine.“ 

Mexdûrê bi navê Ahmet ê ku di komkujiya Reyhanliyê de dayika wî hatibû kuştin, di encama êrişa polîsan de birîndar bû û serê wî şikiya. Malbatên mexdûran nerazîbûn nîşanî êrişa polêsan da. Herçî uzra polêsan bû ji sûc û gunehê wan girantir bû. Wan li xwe eşkere dikir ku ew bi dil rehetî û neheqî êrişî Kurdan dikin. 


 ENQERE