ARMANC HEREKOL ROJNEWS/MEXMÛR Ambargo û dorpêça ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve daniye ser Penaberên Mexmûrê, salek li pey xwe hişt. Girêdayî vê mijarê Hevserokê Şaraderiya Mexmûrê Bedran Pîranî axivî û got: “Me 26’salan bi rûmeta xwe jiyan kiriye û em ê wisa berdewam jî bikin. Me hertim li ber xwe daye û em bi berxwedana xwe têne naskirin, her wiha wê berxwedana me heta dawiyê berdewam be.” Bedran Pîranî bi bîr xist ku ew wek gelê Mexmûr ji ber doza xwe û zimanê xwe penaber bûne û got, “PDK dixwaze bi vê ambargoyê îradeya me teslîm bigre. Lê gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî wê ti carî îradeya xwe teslîmê xwînmijan neke. Li hemberê armanca PDK’ê ya ji bo belavkirina wargehê, em dikarin ji wan re bêjin ku em gelekî xwedî îrade û xwedî rûmetin. Me 26’salan bi rûmeta xwe jiyan kiriye û em ê wisa berdewam jî bikin. Me her tim li ber xwe daye û em bi berxwedana xwe têne naskirin, her wiha wê berxwedana me heta dawiyê berdewam be.”