Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, anî ziman ku di vê pêvajoya greva birçîbûnê de bi hikûmetê re tu hevdîtinên wan pêk nehatin û got, em dikarin bêjin hestiyariyek hat avakirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel anî ziman ku di vê pêvajoya greva birçîbûnê de bi hikûmetê re tu hevdîtinên wan pêk nehatin û wiha got: "Armanca me ew bû em li hemberî vê bêhiqûqiyê di civaka Tirk de hestyariyekê avabikin. Îro hevdîtinên butçeyê bi dawî dibin. Em dikarin bêjin hestiyariyek hat avakirin.

Qirkirina Kurdan

Tuncel, anî ziman ku ew ne xerîbên van çalakiyanin û gelê kurd li hemberî polîtikayên dîlgirtinê têdikoşe. Tuncel, anî ziman ku ji sala 2009'an heta niha li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên siyasî û qirkirina siyasî pêk tê û wiha got: "Ji sala 2009'an heta niha nêzî 10 hezar hevalên me ji siyasetê hatin girtin. Hikûmeta AKP'ê li ser gelê kurd polîtîkaya dîlgirtinê dimeşîne. Hevalên me yên li girtîgehê li dijî van polîtîkayan greva birçibûnê pêk anî. Gelê kurd li dijî van polîtikayên dîlgirtinê ji sala 2009'an heta niha li kolan û qadan çalakiyan pêk tînin û têdikoşin. Li kolan, girtîgeh û meclisê têkoşîna kurdan didome."

Me bang li civakê kir

Tuncel, anî ziman ku li ser biryara Dadgeha Makezagonê Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Balbay hat berdan, lê parlamenterên BDP'ê nehatin berdan û wiha got: "Hevalên me demek dirêj girtî tên darizandin. Divê hiqûq û biryar ji bo her kesî wek hev be. Me bi vê çalakiyê di civaka Tirkiyê de hestyariyekê ava kir. Ji xwe hemû kurd dizanin ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye. Em hemû nelirêtî, dizî û rantê dibînin. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê huqûq, edalet û demokrasî tune. Em bawer dikin ku me bi vê çalakiya xwe di nava raya giştî de hestyariyek çêkir. Me xwest bêjin li Kurdistan û Tirkiyeyê hiqûqên cuda hene."

Ji bo tevahiya girtiyan

Tuncel, da zanîn ku hikûmet dixwaze neberdana parlameneran têxe situyê cemaetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hikûmet hişyar kir û me got ev zagon we derxistine. Zagonên ji pakêtê derket gerek hevalên me bihatina berdan. Guhertinên AKP'ê bi armanca rehîngirtinê ye. Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay jî em ziyaret kirin û wî jî xwest parlamenterên din bên berdan. Em difikirin ku em gihiştin armanca xwe. Dê tekoşîna me bi rêbazên cuda berdewam bike. Ev çalakiya me ne tenê ji bo parlamenterên girtî ji bo hemû siyasetmedarên girtî ye."

DÎHA/ENQERE