Şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê doh çû serdana Tevgera Goran a li Girê Zergete ya Silêmaniyê. Di serdanê de behsa metirsiyên beşdariya artêşa Tirk di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hat kirin. Şandeya Tevgera Azadî a ji Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî, Tara Hisên, Endamê Akademiya Fikir û siyaseta demokratîk, Ebubekir Mecîd û Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Ebdulwehab Ehmed pêkhatî bi endamên Rêveberiya Tevgera Goran, Aras Welî, Peyam Mihemed û Reza Cebar re rûniştin.
Ya girîng fermandariyeke hevbeş a Kurd e
Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî, Tara Hisên di civîneke çapemeniyê de got, "Em bi hev re rûniştin û me li ser rewşa siyasî bi hevalên Tevgera Goran re gotûbêj kir." Tara Hisên bal kişand ser girîngiya operasyona rizgarkirina Mûsilê û helwesta Kurdan jî û wiha axivî: "Divê planên me yên hevbeş ji bo têkoşîna bi metirsiyan re hebe. Em hatina hêzên Tirk wek metirsiya li ser destketiyên Başûrê Kurdistanê dibînin. Helwesta me ya hevbeş ew e ku em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in. Her wiha em li ser vê hemfikr in ku nabe Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê jî bibe. Ya girîng ew e ku hêzên Kurd bi fermandariyeke hevbeş beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Bi vî awayî em dikarin destketiyan bînin û yên heyî jî biparêzin."
Endamê Rêveberiya Tevgera Goran, Aras Welî jî di civîna çapemeniyê de got, "Nêrîna me bi ya Tevgera Azadî re ye, em bi wan re hemfikir in. Em dixwazin bi hemû hêzên demokrat re li ser çareserkirina krîzan nîqaşên cidî bikin. Ji bo em bigihîjin têgihiştinek hevbeş ku parlamento aktîv bibe û hemû krîz çareser bibin."
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ