Di panela li ser komkujiyan de qisekeran got, dewleta Tirk xwe bi komkujiyan heyî dike û heta ku ew hesab nepirsin wê piyên wan bi bin wan nekevin.

MURAT AYDIN / NURNBERG 

Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, şehîdên komkujiyên bi destê dewleta Tirk ên mereş, 19 Kanûnû li Hepsan û Roboskî bi panelekê hatin bibîranîn.

Mala Gel a Medya a Nurnbergê panel bi ser navê “Me komkujî ji bîr nekirin, em ê wan ji bîr nekin” organîze kir. Hevserokê Federasyona Demokratîk a Komeleyên Mereşê (MARDEF) Aziz Tunç, endamê Desteya Rêveber a MARDEF´ê û şahidê komkujiya Mereşê Ahmet Deger û parlamentera berê ya Şirnexê Leyla Birlik di panelê de axivîn.

Hevserokê MARDEF´ê Aziz Tunç got, dewleta Tirk heta roja îro xwe bi komkujiyan heyî kiriye û îro jî heman tiştî dike. Wî wiha behsa komkujiya Mereşê û bûyerên beriya wê kir: “Komkujiya Mereşê, hema wilo ji xwe re neqewimî, ne ji ber bûyerên hingê jî bû. Amadekariyên komkujiya Mereşê, propagandaya di çapemeniyê de û heta dadgehkirin jî di navê de rêbaz hemû kite bi kite bi destê dewleta Tirk hatin pîlankirin û bicihanîn.”

Tevî pitika di hembêzê de qetil kirin

Ji şahidên komkujiyê Ahmet Deger hingê 8 salî bûye; wî wiha behsa şahidiya xwe kir: “42 sal di ser komkujiyê re bihurîn, ez nikarim wan kêliyan ji bîr bikim û ez ê ji bîr nekim jî. Weke kesên ji nava gund ji komkujiyê filîtin, me xwe li maleke li derveyî gund girt. Yên filitîn hemûyan berê xwe dabû vê malê, ber pê ve direviyan. Komkujeran daimî gule li vê malê direşandin. Tê bîra min, em li wir bûn. Hinan li derî xist. Derî vekirin. Jinek bû û di hembêza wê de pitikek. Gava diketin hundir ew jin û pitika wê bi gulebaranê hatin kuştin.”

Berpirs wê bên dadgehkirin

Leyla Birlik jî got, komkujiya Roboskî jî weke komkujiyên din bi pîlan bi destê dewletê hatiye kirin: “Êşa Roboskiyê pirr dijwar e. Birîna Kurdan nakewe. Belkî qemûşk bigire.” Birlik îşaret bi berxwedana mezin a miletê Kurd li dijî komkujiyan kir û got, “Dibe ku êşa me mezin be û her biare, lê ti hêz wê nikaribe komkujiyan bi me bide jibîrkirin. Berpirsên komkujiyan heta neyên dadgehkirin, rehetî û aramî wê ji yekî ji me re jî nebe. Jixwe, heta ew neyên dadgehkirin, wê lingê me nekeve bin me. Çi Tevgera Azadiyê ya Kurdan û çi jî Kurd heta ku hesab ji berpirsên komkujiya Roboskî û komkujiyên din nepirsin, wê nesekinin.”

Piştî qisekeran, beşdaran jî pirsên xwe û şiroveyên xwe kirin û bi dayîna bersivan jî panel bi dawî bû.