Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên li Kobanê de daxuyaniyek weşand. Tê de ev agahî hene: 

“Hêzên me doh li hemberî komên çeteyan operasyoneke dorfireh lidar xistin û bajar bi temamî ji çeteyan paqij kirin.

Duh saet di 09.00’an de bi armanca ku navenda bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin operasyonek hatiye lidarxistin. Di encama vê operasyona ku di çarçoveya operasyonên paqijkirinê de ku demeke direj e dewam dikin, hatiye lidarxistin, navenda bajêr bi temamî ji çetayan hatiye rizgarkirin. Di operasyonê de hejmareke zêde çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane hatiye desteserkirin. Operasyon seat di 16.00’an de bi serketî bi encam bû."


30 termên xwe li Kobanê hiştin

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Di vê operasyonê de hejmara çeteyên hatine kuştin nehatiye zelalkirin. Lê 30 termên çeteyan di kontrola hêzên me de ne. Hêzên me di vê operasyonê de dest daniye ser topêke 57 û wesayîta wê, 3 hawanên 82 mm, 3 hawanên bi dest hatine çêkirin, katuşayekê, 72 kelaşnîkof, 4 roketavêjên B7, çekek BKC, çekeke sekvaniyê, 3 çekên karnas, 3 buruno û çekek G1. 33.300 fîşekên kelaşnîkofê, 44.480 fîşekên BKC, 2.010 fîşekên doçkaya 12,5, 540 fîşekên doçkaya 14,5, 252 fîşekên doçkaya 23, 2.000 fîşekên çeka M16, 1.300 fîşekên çeka AKC, 75 fîşekên çeka A4, 47 fîşekên topa 57, 33 gulleyên hawana 60 mm, 55 gulleyên hawana 82 mm, 72 gulleyên hawana 120, 39 gulleyên fuzeya katuşa, 40 bombeyên destan, 264 şarjorên kelaşnîkofê, 72 rext, lûleyeke doçkaya 12,5, lûleyeke doçkaya 23, 145 gulleyên roketavêja B7 û 38 HV, 200 zincîrên BKC, 100 zincîrên doçkaya 12,5.

YPG dide zanîn ku hêzên wan êrîşên xwe li hember komên çeteyên ku ji bajêr hatine derxistin û xwe vekişandine gundan jî bênavber dewam dikin. Li gorî vê hêzên YPG/YPJ´ê li gundê Minazê yê li rojava û gundê Helincê yê li başûrrojhilatê Kobanê li hemberî çeteyan çalakiyan li dar dixin.


Gundê Helincê hat azadkirin

Li aliyî din doh hat ragihandin ku di çarçoveya Oparasyona Azadkirina Kobanê de, şervanên YPG/YPJ'ê di encama operasyona pêr êvarî destpêkirî de li eniya rojhilat, gundê Helincê azad kirine. Li başûr jî derdora lokantaya Seyran û gundê Minazê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatiye dorpêçkirin. 


 KOBANÊ