Kuna ozonê ya li ser qutba bakur ji mêj ve ye hew bûbû mesele. Gelekan ji me ew êdî ji bîr jî kiribû. Ji ber ku li deverên insan gelekî dûrî yên qutba başûr li ser Antartîkayê her sal werzekî vedibû, êdî kesî behsa wê nedikir. Li qutba bakur îsal ji nû ve vebû û ne wilo piçûk e. Tam sê caran li erdên Gronlandê mezintir e. Li gorî zanyarên ku ev kun dîtî yên European Space Agency (Ajansa Fezayê ya Ewrûpî - ESA) ev mezintirîn kuna ozonê ye ya ku di ser qutba bakur de vebûye. Ev jî ji bo mirovên nêzî qutbê dijîn bibe sedem ku rêjeyeke zêde ya tîrêjên ji xemrî û wêde tesîrê li wan bikin. Lê em dikarin tirsa xwe ya bi carekê daynin aliyekî, li gorî lêkolînerên ESA’yê ev ne kuneke daimî ye, lê ya werzî ye û ji ber tevgera atmosferê derketî ye holê. Yanî ew li bendê ne ku di nava çend hefteyên bê de ev kun bê girtin. Li gorî zanyaran îsal bayên cemidî hewayeke ji carê sartir li ser qutba bakur asê ma; vê jî kir ku ev kuna hanê li qutba bakur vebe. Ev rewşa hanê li qutba başûr jixwe her sal diqewimî û ji ber qirêjkirina atmosferê jî tesîreke mezintir dikir li çêbûna kuna ozonê. Ev kuna hanê ya li qutba bakur a îsal bi xwe, li gorî zanyarê atmosferê yê Elman Martin Dameris, “yekem car e ku em dikarin behsa kuneke bi rastî ya ozonê li ser qutba bakur bikin.” Axir, tebeqeya ozonê ya li bilindahiyên atmosferê pirraniya tîrêjên ji bedena mirovan re tehlûke, vedigire û nahêle heta bi rûyê erdê bên. Jixwe ji ber meqnedûziya dinyaya me gelek tîrêjên manyetîk jî ber bi qutban ve tên kişandin. Ev herdu çerxên hanê yanî ozon û meqnedûziya dinyayê ji bo jiyana li ser rûyê erdê ji tehlûkeya tîrêjan bê parastin heyatî ne. BERLÎN