Rojnamevan Serdeşt Osman, li Başûrê Kurdistanê piştî nivîsên xwe yên rexne li malbata Barzanî dikir, 4’ê Gulana 2010’an hate revandin û kuştin. Rojnamevan jî di navê de Kurdistaniyan li navenda Brukselê Serdeşt Osman bi bîr anî.
Komek ji rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê li meydana “Bourse” ya li paytexta Belçîka Brukselê civiyan û rojnamevan Serdeşt Osman bi bîr anîn.
Çalakvanan wêneyên Serdeşt Osman û dowîzên bi nivîsa “bes e ji kuştina rojnamevanan re” hildan û bal kişandin ser rojnamevanên ji sala 2008’an ve li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
Yekî ji çalakgeran got, “Ji bo bibîranîna Serdeşt Osman em li vir in da ku nîşan bidin me ew ji bîr nekiriye.”
Rojnamevan Serdeşt Osman 4’ê Gulana 2010’an li Hewlêrê hatibû revandin û piştî bi du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hatibû dîtin. Osman ku gule berdabûn serê wî û înfaz kiribûn, dema hate kuştin 22 salî bû.
ANF / BRUKSEL