Welatî tevî zextan hemûyan jî cihûwarên xwe bi cih nahêlin. Gundên wekî Bena Dêra, Sîsê, Derxust û Entaxê di bin dorpêça eskerên Tirk de ne û derdora van gundan tê bombekirin. Lê berxwedêriya miletê Kurd serî natewîne.

Welatiyên li gundê Bana Dêra, diyar kirin ku her çendî gefên kuştinê li wan bixwin jî ew dê dest ji gundên xwe bernedin. Gurê Tekîn a 82 salî di dema êrişan de got: “Erdogan kujerê Kurdan e. Ez 82 salî me, me heta niha serî netewand em ê serî netewînin. Gelê Licê berxwedêr e.”
Gurê Tekîn a ku weke Pîra Gurê navdar e, bi dilekî xemgîn li êrişên hêzên dewletê temaşe dike. Pîra Gurê dibêje, wê gelek zilma dewleta Tirk dîtiye û weha dipeyive: “Erdogan kujerê Kurdan e. Divê her kes bizane, Ocalan xwe ji bo Kurdan feda kir, divê her kes jî xwe ji bo Apo feda bike.”




‘Ez ê bi gopalê xwe serê eskeran bişkînim’


Pîra Gurê berxwedêriya xwe jî û ziravê xwe yê ji pola jî weha îafde dike: “Dema esker bên ez ê bi gopalê xwe berdim wan. Ez ê serê wan bişkînim. Ha ez îro mirim û ha rojek din!”
Pîra Gurê dibêje ew ê ji berxwedanê negere û weha dewam dike: “Mirov qetil kirin, sirgûn kirin, niha dide koçberkirin. Em ê li dijî van li ber xwe bidin. Gelê Licê gelekî berxwedêr e. Heta îro li ber xwe daye û ji îro şun ve jî wê li ber xwe bide. “


  ŞERÎFE ORUÇ
/DÎHA / AMED