Cindiyanî wiha dibêje: “Lê Tirke li ber çavan rê da ku hêzekî hov a wekî DAIŞ’ê bikeve bajarekî rojavayê Kurdistanê û ew bajar bikeve ber komkûjî û wêrankirinê.”


´Me rastiya AKP´ê nizanibû´

Endamê polîtburoya YNK’ê Azad Cindiyanî wiha dibêje: “Mafê me heye em ji welatên dost jî dilgiran bibin û ji ber wekî pêwîst li hewara Kobanê neçûn. Bi taybet jî mafê me heye em gazindan ji Tirkiyê bikin. Tirkiyeya AKP’ê û ji dema ew partî bûyî deshilatdar ve, piraniya me, ji wan jî aliyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û ez jî yek ji wan; me timî xebat ji bo wê yekê kiriye ku serdema AKP’ê wekî Tirkiyekî cûda nîşanî gelê xwe bidin. Ji bo wê yekê jî me pişta xwe bi çend tiştên erênî girê dida. Berî hemû tiştê ji îro û pêve, dema hikûmeta AKP’ê razî bû danûstandin ligel gelê kurd û PKK’ê bike, ez bi xwe venaşêrim; ez berî hemûyan rexne li vê hikûmeta Davutogu digirim û dilgiran im ku rê da hêzekî hov a wekî DAIŞ’ê bi vî awayî bikeve bajarekî rojavayê Kurdistanê û bixe di ber komkûjî û wêrankirinê de.”

 ROJ NEWS/SİLÊMANÎ