Li mewziyên li nava malên hilweşiyayî yên Şengalê, dema ji me re behsa jiyana xwe dike, dizane rojên berê venagere û bi vê têgihiştinê, hevokên xwe saz dike. Axîn axaftina xwe dewam dike: "Jiyana min a beriya fermanê bi giranî di nava malê de derbas dibû. Diçûm dibistanê. Di mijara dibistanê de hinekî şensê min hebû, malbata min ez dişand dibistanê."


Şengal bêparastin hiştin

Axîn hewl dida fêm bike ku çima di komkujiyeke bi vî rengî de herî zêde jin hatine binpêkirin. Kî bû yê ew xistin vê rewşê û wiha dewam dike: "Dema çete hatin, eger bavê min an jî birayê min nebûya me nedizanîbûn em ê çawa birevin. Ji ber ku me ti der nas nedikir. Ji xwe gelek keçên ciwan ji ber vê yekê esîr ketin destê çeteyan."

Têkildarî sedema beşdariya nava refên YPJ-Şengal de wiha dibêje: "Ez îro dizanim çawa dikarim xwe biparêzim. Sedema tevlîbûna min li nava refên YPJ-Şengal ev bû. Hilanîna tola jinên esîr hatine girtin û parastina xaka xwe. Eger beriya fermanê me zanîbûna xwe biparêzin, em ti carî esîr nediketin destê çeteyan. Jinên Êzîdî wê li bazaran nehatibûna firotin. Şengal wê ne di destê çeteyan debûya. Serê bi dehan zarokan nedihat jêkirin. Eger sekna me ya roja îro hebûya, me nedihiştin ev bûyer biqewime."

Axîn ku destnîşan dike wê bi YPJ-Şengal xwe nas kiriye axaftina Axîn bi vî rengî bi dawî bû: "Ji roja tevlî YPJ-Şengalê bûme û vir ve, di kesayetiya xwe de guhertinên mezin dibînim. Beriya her tiştî baweriya min a ji min zêde bû û min xwe nas kir. Berê haya me ji azadiyê tinebû. Lê niha em di oxira wê de şer dikin. "


ROJÎN DENÎZ/ANF/ŞENGAL