Osman xwest ku artêşa Tirk ji xaka Iraqê derkeve û wiha domand: “Mixabin parlamentoya Iraqê li hemberî bombebaranên Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Qendîlê bêdeng e. Lê belê Amerîka dikare vê pirsgirêkê çareser bike.”
Derbarê daxuyaniyên rayedarên Tirk ku gotibûn, Mesûd Barzanî ji hebûna hêzên Tirk agahdar e, Osman got: “Herêma Kurdistanê agahdare. Lê belê Herêm dixe stuyê hikûmeta Iraqê û dibêje wan berê destûr dane hêzên Tirk bicih bibin.”
HANA AZAD / ROJNEWS / HEWLÊR