Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê ku biryara avabûna wê di Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê de hat wergirtin, civîna xwe ya damezrandinê duh li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk anî. Civîn li 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê rast hat û ji nûnerên sazî û dezgehên demokratîk, çepgir ên Tirkiyeyî, Kurd, Ermenî, Asûrî, Rûm, Laz û Çerkezan 74 delege amade bûn.
Di encama nîqaşên tevahiya rojê de, li ser navên meclîsê, nîşaneya wê, rêveberî, komîsyon, karûbarên wê û plansaziya dema pêş rêzebiryar hati stendin. Di encama civînê de bi dengê piraniya delegeyan rêveberiyeke ji 7 kesan hat avakirin.

Rêveberî û komîsyon 

Di Rêveberiya Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê de ev nav cih digirin:
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Huseyîn Avgan, Esra Demîr, Şabo Akgul Hedîko, Zeynel Ozen, Bakî Selçûk û Rojda Yildirim.
Di civînê de ji bo meşandina xebatên dema pêş jî di bin sernavên, "Komîsyona Heqîqet, Rûbirûbûn û Edaletê", "Komîsyona Xebatên ji bo Raya Giştî ya Ewropayê", "Komîsyona Têkiliyên bi Gel re", "Komîsyona Huqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn a Nû", "Komîsyona Ciwanan", "Komîsyona Jinê" û "Komîsyona Diyaloga navbera Olan" 7 komîsyon hatin avakirin.

Biryarên hatine girtin
Di encama nîqaşên li civînê de, der barê bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin de, ji bo li Elmanya, Swîsre, Holanda, Belçîka û gelek welatên din ên Ewropayê bicih werin anîn, hin rêzebiryarên çalakiyên hevpar hatin wergirtin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku divê ji bo pûçkirina polîtîkayên hêzên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe têkoşîn were xurtkirin, ruhê berxwedana Gezî were mezinkirin, li hemberî komkujî, ambargo û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê bêdengî nebe û li dij destwerdana li Sûriyê were derketin.
Her weha biryar hat dayîn ku di 27'ê Mijdarê de li dijî qedexekirina PKK'ê meş were lidarxistin, Newroz û gelek çalakiyên din ên girîng bi hevkarî bên organîzekirin, Festîvala Dêrsimê ya sala pêş li Ewropayê bê lidarxistin bi hevkarî were organîzekirin û di meha Sibatê de jî ji bo raya giştî ya derve konferansek were lidarxistin.
Li dû civînê, danezana encamê ya Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê hat weşandin.
Di danezana encamê de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û hat destnîşankirin ku hikûmet bi gav ne avêtinê re pêvajo xetimandiye.
Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê di danezana encamê de destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa gelan e û hişyarî da ku destwerdaneke leşkerî li Sûriyê dê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn mezintir bike û şer li tevahiya herêmê belav bike. Meclîsê ev hişyarî da: "Li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa gelê Kurd pêk aniye di heman demê de şoreşa me ye. Em desteka Tirkiye, paşverûyên herêmê  û dewletên emperyalîst a ji bo rêxistinên oldarên radîkal ku li dijî gelê Kurd şer dike, şermezar dikin. Ji bo alîkariya însanî ji Rojava re bê kirin, divê tavilê hemû derî bên vekirin. Êrîşeke emperyalîst a li dijÎ Sûriyê, wê tengezarî û pevçûna li herêmê zêdetir bike û şer li herêmê belav bike. Lewma Meclîsa me teqez li dijî destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê derdikeve û bang li gelan dike ku li hemberî dagirkeriya gengaz têbikoşin."
Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê di danezana encamê ya civîna xwe de, kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û xwest yên hatine girtin jî bên berdan.

Di dawiya danezanê de bang li hêzên demokrasî û aştiyê yên li Ewropayê hat kirin ku xwedî li têkoşîna, demokrasî, aştî û azadiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê derkevin, li dijî destwerdan û êrîşa derve ya li dijî Sûriyê dengê xwe bilind bikin. Û bang li hemû aliyan hat kirin ku ji bo çareseriyeke siyasî ji 2. Konferansa Cenevreyê re şans bê dayîn. 

DUSSELDORF