Meşa doh li navenda Hannoverê ya ştaintor (Steintorê) hate li darxistin piraniya wan Jin û ciwan zêdeyî 700 kesan tevlî bun. Meşa ji aliyê PYD’ê ve hatiye Organize kirin dostên Kurdan ê alman jî piştgirî dan. Di meşê de belavokê derbarê ava kirina Meclîsa Gel ên ji hêla PYD ve hatine amede kirin hatine xwendin herwiha hatin bela kirin jî. Di meşê de girsê bênavber ‘’Bijî Serok APO’’, ‘’Bijî Meclîsa Gel’’, ‘’Silav ji Meclîsa Gelê rojavayê re’’, ‘’Qadîl Erdogan’’, ‘’ Terorist Erdogan’’,qeryan. Herwiha di meşê Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Ala Kurdistan, Ala PYD, û pankarta li ser ‘’Gelê Kurd Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê silav dike’’, hate nivisandin rakirin. Mesa ku saet 15:30’an destpêkiriye di navenda bajarê Hannoverê ê herî zindî re derbas bun û piştî 2 saetan bi dawî anîn li hemen cîh.
HANNOVER