Civîn li salona civînan a navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi beşdariya 171 endam û nûnerên meclisên taxên bajêr, gund, saziyên siyasî, civakî û aborî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên doza azadiya gelan dest pê kir.
Di civînê de endama desteya rêvebir a Tevgera civaka demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên axivî. Henîfe Hisên di destpêka axaftina xwe de rewşa siyasî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand û bal kişand ser lîstokên hêzên herêmî û navnetewî li Rojhilata Navîn tên meşandin. Henîfe daxuya kir ku dewletên wek Turkiye, Emerîka û Partî Demokratî Kurdistan ji bo têkbirina şoreşa Rojava çi ji destê wan were dê bikin. Henîfe Hisên di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku şoreşa Rojava xwedî nirxên pîroz e û pêwîst e partî, rêxistin û hêzên kurdî li gorî vê yekê tevbigerin. Henîfe Husên bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û yekîtiya xwe xurt bikin. Piştî ku rêvebira TEV-DEM Henîfe Husên axaftina xwe bi dawî kir, hilbijartinên Hevserokê Meclîsa bajar hatin kirin. Ji bo hilbijartina Hevserokatiya Meclîsa Gel hin kesan xwe pêşniyar kirin û di encama dengdayînê de Hevserokatiya Meclisa Gel a herêma Dirbêsiyê Nuiman Erebo û Edalet Umer hatin hilbijartin. Piştre Desteya Rêveber a Meclîsa herêmê ya ku ji 21 endaman ve pêk tê nûnerên meclîsên herêmê hatin hilbijartin. Kesên hatin hilbijartin soza berdewamkirina têkoşîna azadiyê, demokarasî û wekheviyê dan.
ANHA/DİRBÊSİYÊ