Kongreya Demokratîk a Gelan li Munchenê (HDK-Munchen) piştî xebateke 6 mehan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Ji bajarên Aûgsbûrg û Îngolstadtê delege beşdar bûn. Tevî nûnerên FÎDEF, NAV-DEM, SYKP’ê, ji DKP’ê Leo Mayer, ji Dîe Lînke Ateş Gurpinar, endamê Meclîsa Bajêr Çetîn Oraner û ji DÎDF’ê Levent Çokdegerlî li kongreyê amade bûn. Di encamê de Zohre Goçmen û Kemal Goktepe bi yekîtiya dengan ji bo hevberdevkiyê hatin hilbijartin.
MUNCHEN