Di daxuyaniya Meclisa Hunerê d hat bibîrxistin ku çeteyên dijminên mirovahiyê niha jî Kobanê hedef girtine û wiha hat gotin: “Ev çeteyên dest bixwîn û hov niha hatine derdora Kobanê. Tu eleqeya van celadan bi olê û îslamê re nîne. Ev hov ji aliyê Amerîkayê ve hatine parastin, xwedîkirin, mezinkirin û çek dane destê wan. Berê van çeteyan dan ser gelên bindest. Mêtinger ji bo ku deşîfre nebin, karê xwe yê qirêj bi destê van qatilên bi pere didin kirin. Gelê Rojhilata Navîn tenê nîn in. Kobanê tenê nîne û tu caran tenê namîne. Ji ber ku em hene. Dostên gelên bindest hene. Em ligel gelê kurd ê mazlum, ereb û êzidiyan in.”Meclisa Hunerê da zanîn ku dê bi hunera xwe li cem gel bin û wiha hat gotin: “Em ê bi newa, xêz, kamera û pênûsên xwe ligel gelê Kobanê ne û desturê nadin Kobanê bê dagirkirin. Dilê me ji bo Kobanê lê dide. ”

Endamên Meclisa Hunerê ev ih; Zuhal Olcay, Erkan Ogur, Aynur Dogan, Huseyîn Turan, Nejat Yavaşogullari, Fuat Saka, Tolga Sag, Niyazî Koyuncu, Yasemîn Goksu Grup Yorum, Menderes Samancilar, Cezmî Ersoz, Bariş Atay, Dolunay Soysert, Pelîn Batu, Ezel Akay, Bariş Pîrhasan, Semîr Aslanyurek, Vedat Ozdemîr, Reîs Çelîk

 STENBOL