Di konferansê de 130 delegeyên ji Kantonên Kobanê û Cizîrê û 50 mêvan amade bûn. Delegeyên Kantona Efrînê, ji ber rewşa ewlekariyê û dorpêça li ser kantonê, nikarîbûn amade bin. Di konferansê de rapora xebatê hate xwendin, rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin. Her wiha pêşniyar hatin kirin.

Di dawiya konferansê de yek ji biryaran jî “Avakirina Meclîsa Dada Civakî a Jinan” bû. Derbarê rêveçûna konfransê de, Endama Komîteya Mafên Demokratîk ku yek ji Endamên Komîteya Amadekar a Konferansê bû Mizgîn Hesen,  ji ANHA’yê re axivî. Mizgîn Hesen diyar kir ku di konferansê de nîqaşên gelekî girîng hatin kirin û weha peyivî: “Ji bo bipêşxistina sîstema dadê di nava civakê de, rola jinê girîng e û divê pêşengtiya vê yekê bike.” 


 ANHA / QAMIŞLO