
Pêşengiya jinê heye
Hevseroka PYD`ê Asiya Abdulah axaftina vekirinê kir û da zanîn ku kongre di encama têkoşîn û destkeftiyên ku jinan di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne, hatiye lidar xistin. Abdulah da zanîn ku jinan ji bo pêşxistina civakê, pêşengiya xebatên rêxistinî, siyasî û civakî hilgirtiye ser milên xwe. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Ilham Ehmed jî li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star derbarê rola jinan di nava xebatên PYD`ê de axivî û da zanîn ku pêwîste jin bibin pêşengên xebatên aşîtiyê li Rojavayê Kurdistanê. Ehmed bal kişan ser berxwedana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û da zanîn ku şervanên YPJ`ê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê berxwedanên lehengî birêve birine, Ehmed wiha dewam kir:" Pêwîste Jinên di nava PYD`ê de ji bo hemû jinên Rojava, Sûriyê û cîhanê bibin nimûneya azadî, wekhevî û edaletê."
Dîrokeke nû saz dibe
Cîgira serokê Meclisa Rêveber a kantona Cezîrê Elîzabêt Goriyê jî axivî û têkoşerên azadiyê bibîr anîn, Goriyê da zanîn ku jin di pêvajoyên dîroka mirovahiyê de bûye sembola fedakarî û têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê. Di kongreyê de her wiha li ser navê Insyatîva Jinên Sûriyê Rola Helîm, Yekîtiya Jinên Siryan Emel Îsa, rêxistina Jinên Partiya Lîberal a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, rêxistina Jinên Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Nisrîn Gedo, Saziya Malbatên Şehîdan Bêrîvan Brahîm, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Berçem Xelîl, Dayikên Aşîtiyê Nûra Iniz, TEV-DEM`ê Suad Xelo û hevseroka Dîwana Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê Bihar Bekir jî axivîn û lidar xistina kongreyê pîroz kirin.
Rêveberiya nû hat hilbijartin
Piştî axaftinan ramanên rêberê gelê Kurd Abddulah Ocalan ên derbarê azadiya jinan de hatin xwendin. Her wiha nameya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ya ku ji bo kongereyê hatibû şandin hate xwendin. YJA`ê di peyama xwe bang li hemû jinên Rojava kir ku tevlî kampaniyaya çalakiyên azadiya Jinan bibin. Piştre rapora xebatê ya salekê hate xwendin û ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin. Di kongreyê de her wiha peymanên pîrozbahiyê ku ji Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Komîteya Jinên Mafnas, Yekîtiya Ragihandina Azad, Partiya Komonîst a Kuristanê û Desteya Kar û Barên Jinan û Malbatê ya kantona Ceîrê, ku ji bo kongreyê hatibûn şandin hatin xwendin. Di kongreyê de ji bo rêvebirina kar û xebatên Jinan di nava PYD`ê de bernameya kar hate destnîşan kirin û biryarên girîng hatin dayîn. Di aawiya kongeryê de Melisa Jinan a PYD`ê li kantona Cizîrê hate damezrandin û ji bo rêveberiya Meclisê 21 endam hatin hilbijartin. Kongre bi stran û siloganên dilsoziya bi rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan re bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO