Bi rasthatina damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Amûdê, merasîmek li hola Kerem bi amadebûna fermandarên leşkerî û rêveberên saziyên sivîl ên navçeya Amûdê, hate lidarxistin.

Merasîmê bi rêûresma leşkerî dest pê kir. Paşê daxuyaniya ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Amûdê ji aliyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê, Amed Amûdê ve hate xwendin.

Amed Amûdê got, piştî tinekirina DAIŞ´ê, diviyabû li dijî gefên hundir û derve ew xwe ji nû ve hêzeke aktîftir pêk bînin.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Amûdê, Abdullah Ehmo jî, avakirina meclîsê li hêzên leşkerî û malbatên şehîdan pîroz kir û got, bi saya şehîdan herêm ji DAIŞ‘ê rizgar bûn û rêveberiya xweser hate avakirin. Xelkê û endamên meclîsê bi gerandinê govendê damezrandina meclîsê pîroz kir.

 

 ANHA / QAMIŞLO