ÎBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bendên lihevkirina ewlehiya sînor a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Amerîkayê de pêk tîne. Li gorî lihevkirinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê bi çekên xwe yên giran ji herêma dirêjahiya 5 km ji xeta sînor vekişe da ku Hêzên Ewlekariya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî cihê wê bigire. Di heman demê de baregehên QSD‘ê yên leşkerî bi çavdêriya dewriyeyên Amerîkayê wê werin rûxandin.
Meclis li ser sînor cih digire
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Xelîl Xelfo li ser mijarê axivî û da zanîn ku meclis pêkanîna bendên lihevkirina mekanîzmeya ewlehiyê ya di navbera QSD û Amerîkayê de didomîne.
Xelîl Xelfo got: “Me bi hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nuqteyên leşkerî li herêmên di navbera gundê Nis Tel û bajarê Girê Spî de rûxandin. Di heman demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi çekên xwe yên giran ji nuqteyan vedikişin da ku Hêzên Ewlekariya Sînor cihê wan bigirin.”
Xelîl Xilfo spasiya QSD‘ê kir ku nuqteyên li ser sînor teslîmî Hêzên Ewlekariya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku rûxandina baregehên leşkerî û teslîmkirina nuqteyên sînor pêvajoya dawî ya pêkanîna “Mekanîzmeya ewlehiyê” ye.