Berdevkê Desteyê Ciwan Mihemed di civîna çapemeniyê de têkildarî mijarê agahî dan. Ciwan Mihemed ragihand ku nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî, Çeçen, partiyên siyasî û saziyên civakî û kesayetên serbixwe di civînê de amade bûn. Mihemed anî ziman ku di civînê de li ser xebatên ku ji niha û pê ve bêne meşandin, amadekirina hevpeymana civakî û sîstema hilbijartinê nirxandin hatine kirin. Berdevkê rêveberiya demî kir ku di encama nirxandinan de biryar hatiye dayîn ku hevpeymana civakî û sîstema hilbijartinê bê amadekirin.

Ciwan Mihemed ragihand ku ji bo birêvebirina xebayên hevpeymana civakî û hilbijartinan komîteyek ji 19 kesan hat avakirin û ev komîte di heman demê de wê xebatên projeyê jî bişopîne. Mihemed diyar kir ku di civînê de hemû endaman ji bo serkeftina projeyê biryardayîna xwe aniye ziman û wiha got: "Hemû endam ji bo ku pirojeya wan bi awayekî serkeftî bigihîje hilbijartinê wê bi baldarî tevbigerin da ku biratiya gelan û rêveberiya hevbeş pêk were." Ciwan Mihemed da zanîn ku deriyê Desteya Şopandina Projeyê ji hemû derdor û kesan re vekirî ye.

QAMIŞLO




YNK'ê piştgirî da xabatên Rêveberiya Demî

Endamê Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêvebiriya demî ya Rojavayê Kurdistanê dike. Dr. Necmedîn Kerîm ku duh ji televizyona Gelê Kurdistan re axivî, diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêveberiya demî ya  Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû pêkhateyên herêmê tê avakirin dike.
Kerîm, destnîşan kir ku ew vê pêngavê wekî destketiyeke dîrokî dibinin.
Ev hewldana YNK'ê li demeke ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ya îdîa kir ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş nîne û serdana wî ya bi vexwendina Recep Tayyîp Erdogan bo Amedê, rast hat.
Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) daxuyaniyên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên "bêpirsyar" şermezar kiribû û ji Barzanî xwestibû ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze.
Ji bilî Barzanî û partiya wî PDK, hemû partiyên bingehîn ên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî vekirî piştgiriya xwe a ji bo şoreşa Rojava nîşan dan û nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK'ê yên li hemberî Rojava dabûn.

SILÊMANIYÊ