
Kongreya Suriyeya Demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê bi beşdarbûna gelek partî û rêxistinan pêk hat, doh jî dewam kir. Di kongreyê de biryara avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat wergirtin.
Kongreya ku pêr bi dûrişmeya “Ji bo avakirina Suriyeke azad û demokratîk” destpê kir ji aliyê partiyên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de, Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, Koma Demokratîk a Sûriyeyê, Şepêla Genim (Teyar El-Qemih), Kombûna Peymana Rûmet û Mafnasiyê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê ve hat birêvebirin.
‘Bi hev re em kirîza Sûriyê çareser bikin’
Kongreya Sûriyeya Demrokatîk doh bi şiara "Bi hev re em kirîza Sûriyê çareser bikin" dest pê kir. Di necama nîqaşan de peymana bi navê “Bi hev re ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê” hat erêkirin. Beşdarên kongreyê biryar girtin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk were avakirin. Ev meclîs wê bibe sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û nûnertiya tevahiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê bike. Dema me nûçe amade dikir beşdarên kongreyê sîstema hundirîn a Meclîsa Sûriyeya Demkratîk gotûbêj dikirin.
Kongre ji çapemeniyê re girtî dewam dikir.
ANHA/DÊRIK