Bi armanca gotûbêjkirina şêwazekî avakirina meclisa werzîşê ya hemû tîm û komîteyên sporê yên kantonê û çareserkirina pirsgirêkên werzîşê yên li herêmê, Komîteya Werzîşê ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava civînek li dar xist. Di civînê de, nûnerên tîm û komîteyên sporê “Futbal, basketbol û voleybol” ên herêmên Qamişlo, Hesekê, Amûd, Rimêlan, Girkê Legê amade bûn. Civîn li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya Qamişlo hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwanek ku ji 3 kesan pêk dihat, hat hilbijartin. Di destpêka civînê de, derbarê pirsgirêkên qada werzîşê, rêxistina di nava komîteyên werzîşê, hişmendiya kolekirina bi riya sporê nîqaş hatin kirin. Piştî gelek gotûbêjan, meclisa werzîşê ku hemû tîm û komîteyên werzîşê yên Kantonê tê de cih bigirin, hat avakirin û 12 kes ji bo rêveberiya komîteyê hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de hin biryar hatin girtin. 

Hin biryarên sereke ev in:

* Akademiyeke werzîşê li herêmê bê vekirin.

* Kovara werzîşê bi navê “Rojava Sport” bê derxistin.

* Komîteyek ragihandinê ya Meclisa Sporê bê avakirin. 


 ANHA/QAMIŞLO