Nadîa Murad pêr bi hekîmê Kongoyî, Denis Mukwege re Xelata Aştiyê ya Nobelê li paytexta Norwêcê Osloyê wergirt. Li ser vê yekê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyanî da. Meclîsê keça Êzîdî Nadiya Murad pîroz kir û got, xelatdayîna jineke Êzîdî cihê malavahiyê ye, lê pêwîst e xweserî û îradeya gelê Êzîdî bê naskirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de pêşî bi bîr xist ku civaka Êzîdî, bi gelek ferman û qirrkirinan re rû bi rû hatiye hiştin, bi hezaran jinên Êzîdî dîl hatine girtin û bi vî rengî dewam kir:

Hêzên navneteweyî hewl neda

“Ji Yekîtiya Ewrûpa û mafparêzan ti deng derneketiye, helwêst nehatiye nîşandan. Ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî ti hewldanên hêzên navneteweyî çênebûye. Kesên hatine rizgarkirin jî bi saya derfetên Êzîdiyan û Meclîsa Xweser û saziyên wê hatine rizgarkirin.”

Xwestekên Êzîdiyan 

Têkildarî xelatdayinê di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civaka Êzîdî hêjayî xelatê ye, lê tenê xelatdayîna civaka Êzîdî têrî nake û hat gotin: “Pêwîst e li ser pêdivî, proje û xwestekên Êzîdiyan bê sekinandin. Hêvîya me ew e ku xweseriya ku mafê Êzîdiyan e, were mîsogerkirin û îradeya ku derketiye pêş ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa ve were naskirin.”

 

ŞENGAL