Li Kanadayê komek çalakgerên Kurd ku dibêjin, ew xwendekar, koçber û penaberên Kurd li diasporayê ne, kampanyayeke alîkariyê bi Meclîsên Gel ên li Rojhilatê Kurdistanê re da destpêkirin. Ev Meclîsên Gel ên xweser li Rojhilat alîkariya tibî û her wiha ya zad û qût li gund û bajaran organîze dikin. Yên ku kampanya dane destpêkirin, bi bîr dixin ku nexasim “welatên li keviya nîzama heyî ya dinyayê di rewşeke pirr xirab de ne; û jin, çînên karker û xelkên bê dewlet ên van herêman jî bi zehmetiyên bêhtir re divê serî derxin. Li van deveran ji ber ku li welatên wan refaha civakî û sîstemên tenduristiyê yên guncaw nînin, bi milyonan mirov bi dîlemayekê re rûbirû ne û divê ew di navbera mirina ji ber Covid-19’ê yan jî mirina hêdî hêdî ji ber nebûna kar û birçîbûnê bibijêrin.” Meclîsan piştgiriya civakî organîze kir Û piştre ew behsa nimûneyeke balkêş xwebirêxistinkirina civakên Rojhilat dikin: “Piştî ku li Iranê vîrûsa korona derket holê, û ji ber nebûna terxankirina xizmeta hikûmetê ya têrker, ji bo alîkariyê bigihînin kesên din, çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê meclîs organîze kirin û ev li temamê bajar û gundan di demeke kurt de belav bûn. Meclîs yekser di nava civakê de bi rêxistin bûn li wan taxên civakî û aborî bêavantaj hatî hiştin, û zûzûka di nava beşeke mezin a civakê de belav bûn. Mala xwedê ava, van meclîsên xwe spartî kar û piştgiriya xwe, karîn li gelek bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê tiştên harîqulade bibin serî. Heta niha wan berê xwe bêhtir da dezînfektekirina meydan û mekanên li raya giştî vekirî, wan her wiha madeyên ji bo sihet û paqijiyê lazim jî di nava kesên xwedî kêmtir derfet ên nava civakê de belav kirin. Lê belê, ji ber rewşa daimî ya lezgîn û awarte ya heyî ya ji ber Covid-19’ê, û ji ber tesîrên civakî û aborî li wan sektorên herî lawaz ên civakê, yên weke karkerên bi meaş û kolberan, meclîsên xweser ên Rojhilat niha paketên zad û qût digihînin xelkê mexdûr û hewce. Vê jî karê wan gelekî zehmettir kiriye.” Kampanya ji bo Meclîsên Gel ên Xweser Ji ber ku karê meclîsên gel zehmettir bûye jî wan bi xwe xwe weke meclîs organîze kiriye da ku destekê bidin van meclîsên gel ên xweser. Li gorî wan ji ber ku dewleta Îranê xizmeta pêwîst nake, pereyan li şûna refah û siheta civakê li esker û ewlekariya dewletê xerc dike, “Ev karê hanê heyatî ye, ji ber ku ew serbixwe ji dewlet û partiyên siyasî tê organîzekirin. Ev dîrokî ye jî ji ber ku nîşan dide her civak gava pişta xwe bide xwe, dikare maldariya giştî organîze bike ji bo xêra bihevrejiyana aştiyane û piştgiriya endamên xwe bi xwe.” Ew ê pere bigihînin meclîsên cihî û pêvajoya şandina pere wê li kesên pere bexişandî hemûyan ji bo kontrolê vekirî be: “Pereyê berhevkirî wê li hesabên bankayan ên meclîsên gel ên cihî bê razandin, tevahiya qeydên razandinên pere wê li kesên pere bexşandî vekirî bin da ku di tevahiya pêvajoya vê kampanyaya alîkariyê de şefafiya tam misoger be.” NAVENDA NÛÇEYAN