Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan îro li Strasbourgê ne û wê Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê rûreş bikin. Kurdistaniyan û dostên wan beriya wê jî li deverên lê ne, bi meşên dirêj û bi çalakiyên cihê bala xelkê birin ser komployê û komploger rûreş kirin. Li bajarên Elmanyayê Munchen û Hannoverê çalakiyên danîna dezgeha agahdarkirinê hebûn.
Meclîsa Jinê ya SARA ya li munchenê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li Munchenê şermezar kir.
Bi vê armancê li navenda bajêr li Stachusê dezgeh hate danîn, komplo û tecrîd hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin. Di çalakiyê de ku Elmanan jî piştgirî dayê, broşur û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de hevkariya sûc a Elmanya û Tirkiyeyê jî hate bibîrxistin.
Meclîsa Jinê ya SARA diyar kir ku ji niha û pê ve ew ê her meh ji bo azadiya Ocalan dezgeha xwe li navenda bajêr daynin.
Li Hannoverê jî, Meclîsa Jinê Ronahî û çalakgerên înîsiyatîfa “Free Ocalan” bi hev re li nêzê Gara Trênan a Navendî dezgehek danî. Bi dezgeha xwe hem wan doza azadiya Ocalan kir û hem jî li ser mijara Bêbextiya Navnetweyî û hem jî li ser siyaseta tecrîdkirina Ocalan xelkê bajêr agahdar kir. Polîsê Elman weke her car, vê carê jî hewl da ku afîşên li ser wan wêneyên ocalan hebûn, asteng bike.
MUNCHEN/HANNOVER