'Di tevahiya jiyana xwe de bi tenê du caran giriyame…!'
Di edebiyatê de name bi serê xwe beşeke taybet e. Nameyên edebî yên navdar li cîhanê hene. Gelek nivîskar û siyasetmedaran bi rêka nameyan hestên xwe yên edebî ji hev re gotine, gihandine û dû re ew name vegeriyane berhemên edebî.
Di warê namehinartinê de yên sereke têne bîra mirov, nameyên Simone de Beauvoir û Sartre, Voltaire, Rousseau û her wisa nameyên Nazim Hikmet yên ji Kemal Tahir re şandîn jî hêjayê behskirinê ne. Romanên di şêweyên nameyê de hatîn nivîsandin jî hene. Ji wan yên Balzac û Janên Werterê Ciwan a Gothe û Nouvelle Heloise ya J.J. Rousseau jî dihêne hejmartin.
Nameyên Medenî Ferho yên ji sala 2004’an şûnde ji serok Ocalan re nivîsandî wek pirtûk di sala 2008’an de derketiye. Bi qasî deh sal şûnde dibe mijara gotareke hejar a ku hûn vê gavê dixwînin.
Sedemên wê jî helbet hene. A yekem, di edebiyata Kurdî-Kurmancî de ango ji aliyê nivîskarên Bakurî ve ev awa zêde nehatiye bikaranîn. Eger hebe jî zêde li ber çavan neketine. Lewre nameyên Ferho di vî warî de wekî xebateke sereke ye. A duyem jî, Ferho daye nav qadeke ku her rewşenbîr bi hêsanî nikarin xwe lê bigirin. Ji gelakan ve wek qadeke mayînkîrî xuya dike, dibe ku di bin lingan de biteqin. Lê Ferho bi degelî lingên xwe davêje.
Li gel ku ew name qet negihane ber destê rêzdar Ocalan û wek evîneke yekalî ji aliyê Ferho ve hatine xwedîkirin jî Ferho li dewsa ku wan di nav refikên tozgirtî de kevin bike, daye çapê.
Niha di vê dema ku gelek jin û mêr cardin bedenên xwe yên nazenîn li dora Ocalan dikin xelek, dikin, çeper û bend de nameyên Ferho wek berhemên edebî, dîrokî, civaknasî û felsefî xwe bi mirov didin xwendin.
Di her yek ji wan nameyan de Ferho sohbetên dûr dirêj dinivîsîne, ji edebiyatê heta felsefeyê û heta bi siyasetê gelek babetan li gel Ocalan gotûbêj dike.
Ferho ku raperîna 15’ê Tebaxê wekî mîladeke ji bo rizgariya Kurd, Tirk û gelên herêmê dibîne, yek saniye jî guman nake ku dê Tevgera Azadiyê ya Ocalan li gel dîlketinê jî bi ser bikeve.
Ferho di nameyên xwe de rexne dike, rexnedanê dide, bi taybetî jî li ser rewşa ronakbîrî disekine, rexne li wan digire, romana Kurdî dike mijara xwe û wiha dibêje:’Ya rastî zimanê min bi taybetî nivîskarên me diwestîne, lê ez ji bo nifşên nû hêvîdar im. Lewra yên ku gencîneya peyvên wan têrî xwendinê jî nake, xwe wek nivîskar difroşin. Ev jî dijwarî û xembarî ye.’
Hemû kul û kedera wî ew e ku nameyên wî nagihîjine Ocalan, lewre ti car îşareteke gihiştinê lê venegeriyaye. Lê ew dîsa jî ronesansê analîz dike, bi rewşa Kurdan re raber dike û ji Serokê Birêz re ku li ber dilê Medenî herî rêzdar e behsê dike:’Mirovê ronesansê sermest e, li cîhanê bandor dike, lê nikare li nirxên xwe xwedî derkeve. Giyana we evîn e, bingeha we rastî, wekhevî, azadî, aşîtî, pêşketin û hemdemî ye. Dixwazim bidim zanîn ku ezê di vê têkoşînê de heta dawiyê li gel we bim, Serokê Birêz.’
Di babeta:’Gelo nivîskar, hunermend bi siyasetê re têkildar dibin an jî na’? de Medenî Ferho wiha dibêje:’Di pêvajoya ku gelê Kurd di şerê man û nemanê de ye, ev hizir ji min ve pir tewş xuya dike.’
Niha ji bo xwe gihandina rêberekî di destên qirêj de dîlketî jineke Kurd a bi navê Leyla Gûven di roja 86’an a rojiya mirinê de ye. Bi dehan kesên din jî şopdarên wê ne.
Di vê dema ku hestên bextewarî û rondikên çavan tevlihev dibin de nameyên Ferho ji bo yên Tirkî dizanin hêjayê xwendinê ne.
Nivîskar ji Ocalan re dibêje di tevahiya jiyana xwe de ew du caran giriyaye, her çiqas behsa girîna xwe ya duyemîn nekiribe jî em dizanin ku di dema girîna yekem de ku sedem jî dîlketina Ocalan e, ew ne bi tenê bû.
Mixabin dijwariyek wisa bi ser Kurdistanê de hatibû ku erda di bin lingan de û asîmanê li jor jî digiriyan.
Gerdûna gelekî digiriya...
Medenî Ferho yek ji rewşenbîrê Kurd yê herî berhemdar e û zehmet e di gotarekê de cih bigire, lewra me xwest bi tenê nameyên wî yên ji serok Ocalan re şandîn di vê dema ku dijwarî û bextewarî carekî din têkel dibin de bi bîr bînin.