Nivîs huner e, nivîskar jî afirgerê vê hunerê ye. Her nivîskar, lehengên xwe, bi hest û xeyalên xwe, bi hiş û hewngîriya xwe bi can û beden dike, di hunandineke hostayî de di cîhaneke nû de ruh pê tîne. 

Destpêk!... 

Wek gotinekê xuya dike, lê tirsê diafirîne. 

Tirsa despêka romanê mezin e. Ne tenê di nivîsandinê de, mirov ji bo destpêkirina her tiştî, dikevê nava lêgerinan, nexwasim di avakirina cîhaneke nû de. Roman cîhan e û hevok kilîta dergehê vê jiyanê ye. Ya balkêş, di hemû mikurhatinên romannivîsan de, ev tirs heye. Ji ber ku her kes, nivîsandinê huner qebûl dike, huner jî, bi nirxan ve girêdayî ye, ev jî estetîzekirina giranbiha ye. 

Romannivîsî macerayek dûr dirêj e; hem aliyê teknîkî, hem aliyê xeyalî, hem jiyana rojane... Tenê ev jî ne bes in, bûyerên rojane, serpêhatî û çîrookên “travoto” derdikevine pêşberî mirov. Herodotos jî, bi çîrokên travoto bû bavê dîrokê. Ev jî, riya macerayê bi efsûn dike. Efsûnên di efsaneyan de veşartî... 


Gûzergeha romana kurdî agir e!

Kurdistan di agirê xwe de dikele. Ev agir bangekê dike, ji bo estetîka bilind bangekê dike, ji bo dagirtina valahiya dîrokê, ya ziman, ya kulturê bangekê dike. Guzergeha ji nû ve “bûyînê” diqîre. Slogan ev e, “hebûn”... Di hebûnê de şoreş heye, şoreş sef bi sef dimeşe û agir heye, xwîn heye. Romana agir, hê ne hatiye nivîsandin û xwîn dirije. Guzergeh rê ye, vekiriye. Rê vekiriye, nivîskar peya ne û westiyayî ne, westandin pirr alî ye... Kurmîbûn, sexelîbûn heye... Wek birîneke mûmarî ye, dermanê wê, wek Musa Pêxember gotîye, nifşan dixwaze. Romana Kurdî hê nifşek temam nekiriye. 

Mirov çalakî ye, mirovê ne çalak, ketî ye, yek ji kerî ye. Ketin jî rewşên kaotîk derdixe. Li hemberî vê, afirgeriya têr cewher divê. Divê gotinên nivîskar jî bi du avan semax bibin û polayî bin... Cewher hem estetîk, hem retorîka li dora rastiyan e! 

Mekanizmeyên psîkolojîk, yan jî mekanîzmeyên davik-xefkî nivîskarê Kurd asteng dike. 


Roman û bazar

Di nivîskariya Kurd de, mixabin pisrgirêka bazarê jî heye. Ev pirsgirêk wek ejderhayê di çavkaniya avê de rûniştî be û peşka avê bernedê ye; Ji bo vê jî pêdivî bi Rasteman heye, Rastemên Zalê! Pirranî di kesên ku cîhana entelektueliya Kurd, ji civakê dûr dikin, bi hişmendiya dijmin, nivîsandina bi “zimanê qedexe, yan jî bi zimanê nayê zanîn”, bi gotina “kes naxwîne, kes fêm nake” bi cezayê dardekirinê dardebikin, bazirganî û selefkariya Hecî Pepe dikin. Haa, bila şaş neyê fêm kirin, ez behsa bazara firotina pirtûkan nakim, bêguman bazara pirtûkên Kurd, biqasî zimanê nayê zanîn, nayê fêm kirin “bazareke qedexe û faşil e”. Lê bazara “ruşt”ê ye, divê kes nekeve vê gunehkariyê. Divê tevahiya nivîskarên ku bi zimanê Tirkî, Erebî dinivîsin, biqasî Suzan Samanci degel bin, dilsoz bin. Biqasî ku karibe bi Kurdî binivîse bi ziman nizanîbû, li Brukselê gote min, “ez ê fêr bibim û bi zimanê dayika xwe binivîsim”. Ziman tenê ne axaftin e, şêwazekî jiyanê ye. Ev helwesta Suzan Samanci, ew tîr e ku ber bi bedena tarîtiyê ve diçe. 

Nivîskar, ji bilî nasname û firazê, bi pirtûkên xwe nefesê didin û distînin. 

Min ji bo vê helwestê û nivîskarên di kategotiya nostaljî de digevizin; di derya propagandaya medya mehmetcîk de, di cîhana entelektueliya duopolîst de, bi gotina “bêalîtiyê” xwe jî derdorên xwe jî bixapînin; di exlaqê qumarbazê Balzac de kor û kerrende dibin, gotina “pax-monopolî” bi kar anîbû. Di vê gotinê de israr dikim. Ji bo vê cûre nivîskariyê, ez têkiliya ziman û mejî nabînim. Di van cûre nivîskaran de, ziman û mejî hev temam nakin. Ziman berdevkê mejî ye, pale ye, lê li cem van cûre nivîskaran ne wisa ye. Dema ziman bêje, dil nebêje, mejî, ne li aliyê rastiyê ye. Dema ku ziman û mejî têkildarî hev nebin, biyanîbûn, yan jî nostaljîzm dest pê dike. Ev jî hem lêgerîna kariyera li derve ye, hem xeta felcbûnê ye. 


Bajarên şehîdan û neştera Balzac

Huner afirgerî ye, hunerê Kurd kor û seqet jî be, di riya afirgeriyê de dimeşe. Ev kêfxweşî ye. Lê divê xwe ji kurisandin, kulokekirina hêzên dagirker rizgar bike. Di mercên Kurdistanê de, binbarî û berpirsiyariya nivîskarên Kurd, eslî karê nivîskar berdevkî ye, eslî karê lehengên romana Kurdî jî degelî û cengawerî ye. Divê ew zincîr û leleya ku di nava sed salî de hatiye şidandin, were qetandin, gelê Kurd ji bêserûberiyê bê rizgarkirin. Huner amûrê herî baş yê perdekirina civakê ye. Du cendirme=gundekî boş, mamosteyek=qedexeya ziman e... Di qonaxekê de ku bi têkoşîna sihûheşt salan, disîplîneke akademîk derketiye holê û kişûmat gel rabûye ser piyan, cîhan, wek Stalingrad bajarên Kurdistanê wek bajarên şehîdan bi nav dike, pêwistî bi neştera Balzac heye. 

Em vegerin destpêkê û ji çend romanên Kurdî mînakan bidin: 

Fêrgîn Melîk Aykoç; Siya Dema Borî... rp, 7... beş yek:DÎSKO, “Dengê daholê bi wê guminiya xwe, hemû amûran difetisand.” 

Xurşîd Mîrzengî; Sînor... rp, 3... “Em dibêjin: “CizîrA Botan’, lê biyanî dibêjin: “Mezopotamya”.” 

Yaqup Tilermenî; Bavfileh... rp, 7... Wêneyê Di Şevê De Hatî, “Dîsa, fena her şevên sayî, tijî mirov bûn, kevîşena asayî.” 

Hesen Huseyin Deniz; Hêvî Her Dem Heye... rp, 11 “Bi tûke tûka saetê re hat ser hişê xwe û çavên xwe, ji hev vekirin.” 

Diyar Bohtî; Soyraz I... rp, 7... “Siwarê Hespê Kûmêt, “Rojekê ji roên biharî, -ew bihar ji biharan teva xweştir e- zilamekî biyanî, siwarê hespekî kumêt, biserûber, bi şal û şapik, bi kum û koloz, simbêlbadayî, rûkurkirî, enîfireh, keşxe, bizendûbend û lihevhatî, li pişta gund, bi awayekî jixwebawer û bi pozbilindî ji hespê xwe peya dibe.” 

Mirov dikare mînakan zêde bike... Lê bes e û îşaret dikim, xwendin gava yekemîn ya pratîka nivîsandinê ye, gava duyemîn jî nivîsandin e. Nivîsandin çalakî ye. Me, li jor jî got, mirov bi xwe çalakî ye, mirovê ne çalak nîne, yek ji kerî ye... Kerî pez e, gelê Kurd ew siyaseta kujer pûç kiriye, êdî gel e!... 


Divê nivîskar heta bifûre bixwîne

Ev nivîsa min, bi naveroka xwe, belkî li derî daxwaza berpirsiyarê kovarê be: Lê ez dewam dikim: Divê nivîskar bixwîne, xwe dagire, heta bifûre bixwîne: Di xwendinê de mercê sereke, ne tenê bi çavên reş û belek xwendin e; bi mejî, bi hiş û raman dîtin û fêmkirina rastiya di nava hevokan de veşartî. Lê hemberî yobazîzma dewleta faşîst, ev mercê sereke ye. Û pirsa “ez bim ez ê çawa binivîsim gelo”, divê cîhana mejiyê mirov dagire. Li asoyên dûr hey dûr bigere, wek siwarê hespa kûmet ya Diyar Bohtî, di deşta fereh ya mejî de, bi teleb biçe û were... Lê mîna Fêrgîn Melîk Aykoç, divê dengê dahola bi gumenî nebe!... Bi gotinên dawî, bal kişandina ser macereya nivîskariya Kurd e; nivîskariyek ku temenê nifşekî derbas nekiribe, divê bêhtir ji nivîskarên cîhanê teva, li xwendekarên paşerojan bifikire. Îro, xwendina Kurdan, ji pitirpêr, pêr û doh ve hatiye qedexekirin. Bazar kor û tine kirine... Weşanxane li riyên zivîrandina çerxa aboriyê digerin. 

Ciwanên Kurd di nava tevgerek dîrokî de ne. 

Ciwantî nûjenî ye, nûbûn e û her dem baş in, delal in! 

Sibe gelo? 

Gelo pirtûkên nivîskarên Kurd, çavdêriya îro dikin yan na? Ji bo nifşê paşerojan, wê bibin amûr û çavkaniyên di magazîna kultura Kurdî de, yan na? Divê em zanibin, ciwanên paşerojan wê ji yên îro çalaktir bin. Wê di romanên Kurdî de li karakterên dema berî xwe bigerin. Ew karakterên berî wan, mîrateyekê dihêle û ciwanên nû wê bixwazin ku yên berî xwe nas bikin. Riya naskirina wan lehengan jî roman e. Divê ev katagorî bê berfireh kirin, amûr hene, nivîskar jî hene. Nifşên paşerojan wê maf di xwe de bibînin ku hesabê çavdêriya nivîskar bikin, wî bixin ber lêpirsînê. Eger bersiva xwe di romanê de nebînin, wê bipirsin. Serdema me agir e, divê em bi agir bilîzin... Serdema me bablîsok e, divê em bablîsokê bidin xuya kirin. Lewleba meşka keyandina haveynê jiyanê, biqasî çaqûberka xezeba dijmin bi hêz bûye. Feleka xayin, nema dikare bi ciwanan. Divê nivîskar jî qelemşoriya xwe li dijî felekê bi kar bînin. 


Afirandina karakterên bi karakter

Ligel lîstikên zarokan, rondikên dayikan, fantaziya mirovan; û di mînakên nivîskarên cîhanê yên dema şerê azadî û şoreşan de; û gotina Freud ku dibêje, “her kesa di rojê de xeyalan dike, jê wê ye ku ew tenê xeyalan dike”, ji xwe re bikin guhar, xwe ne şemirînin, dereng nemînin. Nivîsandina bi zimanê zikmakî, baş destpêkirin, rast destpêkirin, bi hêz destpêkirin, dikare me bigihînê armancê. Li gel rast û xweş destpêkirin, baş û xweş domandin. Divê em zanibin, dijmin xeyalên gelê Kurd jî dagir kirine. Di demeke ku bi hezaran nivîskar, rewşenbîr, akademisyen, mohra xwe li peymana li dijî şerê dagirkeriya Kurdistanê dane, têne girtin, ji kar têne dûr kirin, gelo meyla ber bi tekelîstiya bîadîstî çiye? Mirina bi saxî ye. 

Hingî em nikarin karaketerên bê karakter biafirînin. 

Pêdiviya me bi karakterên bi karakter heye. 

Pêdiviya me bi sehîhkirina nivîskariya me heye. 

Mehmet Uzun jî, Firat Cewerî jî, di vê babetê de gavên şaş avêtin. 

Fêrgîn Melîk Aykoç jî, bi romana “Siya Dema Borî”, ew karekter kirin leheng romana xwe. Eger ne şaş bim, di cîhanê de mînakek tenê ye. 

Weytî jarê, li bejna nivîskariya Kurd nayê!... 

Edebiyat, di himbêza civaka xwe de tê afirandin. Ji rastiya civakê dûrketina edebiyatê, biyanî ye, ji pîpînka devê deriyê mala xwe dûr e û gerdûnî nabe. J. Paul Sartre dibêje: “Li ku derê hukumraniya polîtîk hebe, li wir hukumraniya berheman, hegemonya aborî jî heye.” Ev jî çeqûberka têkbirinê ye. Li Kurdistanê “birdoza dojehê” û “bîrdoza tevnepîrkê”, di dema serdestiya Fewzî Çakmak û Ismet Inonu de ketin pratîkê. Ev bîrdozên aboriyê ne, ji bo civak di aliyê aborî de dîl werin girtin, bê îrade bibin, têne bikaranîn. Di encama wê de jî, Planên Şerq Islahatê amade kirin. Zêdetir ji sed salî ye ku ev hukumraniya pirralî li Kurdistanê heye. Li welatekî mişt bi paradoksan, divê romannivîsên Kurd, komediya mirovahiyê, di kesayeta Kurdistanê de şanî mirovahiyê bidin. 

Ya hûû, illa hûûû!...