Medîne Altûn a li gundê Eywen ê navçeya Mêrdînê Stewrê, bi klamên xwe tê naskirin. Dengbêj Medîne di salên 1990'î de ji Mûşê koçberî Stewrê bûye. Lê dengbêjên Serhedî bandoreke gelekî mezin lê kiriye. Hê di 8 saliya xwe de guh daye klama li ser Seyîdxanê Kerr û dest bi dengbêjiyê kiriye. Medîne hez ji guhdarîkirin û gotina klamên li ser şervanan dike. Li ser kurê xwe Ûmût ê HPG'yî jî stranan dinihurîne.

Herî zêde klam li te tê

Dayik Medîne di klama xwe de ji bo kurê xwe Ûmût dibêje 'şervanê min' û bi gotina 'herî zêde klam li te tê' dest bi klamê dike.

Medîne dibêje, çîroka her klamekê heye û beriya ku bistirê qala çîroka klamê dike. Yek ji klamên ku ji zarokatiya xwe be distirê, klama li ser Seyîdxanê Kerr e. Seyîdxanê Kerr şervanek e, û ji aliyê axa û began ve tê kuştin. Medîne dibêje, klama Seyîdxanê Kerr gelekî bandor li wê kiriye û bi vê klamê dest bi dengbêjiyê kiriye. Klama Seyîdxanê Kerr bi gotina "Seyîdxan dibêje, me kir nekir, nekarî zozanên Serhedê ji axa û began rizgar bikin" dest pê dike û qala têkoşîn û mirina wî dike. Medîne vê klamê ku di zarokatiyê de dibihîze, ji bîr nake û digihîne roja îro.

Mirin li Ûmûtê min nayê

Tevî ku di nava civaka feodal de dijî, Medîne rolên zayendî yên civak li ser ferz dike, nas nake û dibêje, ew siwareke baş e, bi salan karê qaçaxçitiyê kiriye. Dibêje, êşa wê ya herî mezin jî ji dest dayîna kurê xwe Ûmût e, ku sala 2009'an li Qendîlê jiyana xwe ji dest da. Dayika Medîne hewl dide êşa di dilê xwe de bi klaman sivik bike û bi gotina "Mirin li Ûmût ê min nayê" dest bi klamê dike.

Min li cem kurê min veşêrin

Dengbêj Medîne nikare qebûl bike ku kurê wê Ûmût jiyana xwe ji dest daye. Medîne dibêje, ji bo dîtina kurê xwe wê gelekî li ber xwe daye û ew ê ji niha û pê ve ji bo dîtina gora kurê xwe têkoşe. Wesiyeta Medîne jî ew e ku li cem gora kurê xwe Ûmût were veşartin. 


 ANF / MÊRDÎN