Rojnameya navdar a Ingilîz Financial Timesê li ser sêtarvanê Îranî yê ji ber karê muzîkê ketî hepsê, Mehdî Recebyan nivîsiye. Di nûçeya Rachel Spenceê de tê bi bîr xistin ku sala 2016´an ew û birayê xwe ji ber muzîka dikin, ketine hepsê û Hezîrana 2017´an bi şertê ku pîşeyê xwe êdî neke, hatiye berdan. Rojnamevan dibêje rojeke tenê jî xeberek ji Mehdî neyê, ew mitaleyan dike û jixwe di dema van raperînin dawî de jî wî gelek mitale kirine. Rojname bi bîr dixe ku îsal albûma wî ya dawî ji aliyê Sony Music Tirkiyeyê hatiye derxistin û pirraniya gotinên stranan û awazên wan jî, Mehdî Recebyan di hepsê de nivîsîne û nihurandine. Navê albûmê Middle Eastern (Rojhilata Navînî) ye û piştî ku Mehdî Recebyan online dibe, ew projeya albûma xwe weke projeyeke "Mafê mirovan û aştiyê" bi nav dike. Li gorî wî, albûm nîşan dide ku hunermendên endîşeyên wan ên hevpar hene di nava şert û mercên herî dijwar de jî -heps, şer, xizanî, penaberî, qedexe- dikarin hunerî bikin.
Di rojnameyê de gotinên hunermend Zehra Dogan jî li ser Mehdî hene: "Mehdî Recebyan kesek e ku destê xwe bernade ber xwe. Middle Eastern jî projeyeke têkoşîna huner li dijî desthilatdaran e, ew desthilatdarên ku ji kokên xwe yên çandî qut bûne."
Zehrayê ji bo vê albûma nû ya Mehdî Recebyan resm xêz kirine. Yek ji wan jî bi navê Yemenê ye.
LONDON