Dadgehê pirtûka bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” a siyasetvan û nivîskarê Mahmût Alinak qedexe kir. Mahmût Alinak li ser serpêhatiya Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ku di çaxê berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê hatibûn qetilkirin, pirtûka bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” nivîsandibû û dabû weşandin. Pirtûka Alinak ji weşanên CHA sala 2017’an derçûbû.
2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê pirtûk qedexe kir û têkildarî vê biryara qedexeyê agahdarî ji Weşanên CHA’yê re şand.
Alinak got, dadgehê têkildarî biryara qedexekirina pirtûka wî heta niha tiştek ranegihandiye wî.
MA/STENBOL