Trawma weke kul yan jî bi awayekî din birîndarbûnê tê nasîn. Trawma bi riya bûyerên xetera wan li ser jiyana mirov bandora xwe dike û ne di demeke diyar de pêk tê. Di vê demê de mirov xwe bê hêvî dibîne, dikeve nav tirsê û ji erka xwe ya parastinê bê par dimîne.
Trawma ya derûnî li gorî zanyarên Elman, G. Fischer û P. Rideser di nava rewşeke xeter û parastina cewherî ya kesekî de pêk tê. Dema bûyereke trawmatîk tê serê kesekî, hisên windabûnê pê re peyde dibin. Hewldanên parastinê dixurifin û bi heman awayî baweriya wî bi xwe û gerdûnê zelûl û ne ewle dibe.
Li gor terîfa Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê (WGO), trawma, birîndarbûna hiş e ya ku bi riya bûyereke bi tehlûke li ser mirov çêbûye û kesê trawmabûyî heyirî ye (binêre ICD- 10).
Weke mînak, êrîşên li dijî mirovekî, şahidiya kuştina mirovekî, bûyereke bi mirinê bi dawî bûbe, agahiyeke gelek zehmet, yan jî şahidiya li erdhejê.
Bingeh û çavkaniya trawmaya derûnî stres e. Bi van her sê xalan bûyera trawmatîk diqewime:
* Ku mirov nikaribe li dijî bûyerê xwe bigire û nikaribe li ber xwe bide (no fight)
* Heger mirov nikaribe ji bûyerê bireve (no flight)
* Heger encam qufilîn û parçebûna têgihînê be
Rewş û serhatiya trawmayê
Zaroka ku pêwendiyên wê yên sereke ji dayikê neyên wergirtin, jê neyê hezkirin û ji daxwazên wî re rêz neyê girtin, hingê ew zarok pêwistiya parastina bi destê dayikê ji dest dide û wê demê em dikarin bibêjin ku rewşa trawmatik pêk hatiye.
Afirandina rewşa trawmayê ji bîstekê heta nîvê giyana mirovekî dikare dewam bike. Krîterên tesbîtkirina pêkhatina trawmayê ev in:
* Xetera bi bandor a li ser jiyanê
* Rewş û bûyera hatî serê mirov
* Afirandina hesta bê parastin mayînê
* Têkçûn û hilweşîna kesayetiyê, û têkçûna baweriya bi kesan û derdora xwe.
Kesên lê qewimî û di rewşa trawmayê de pirr caran bi van pêjnan reaksiyonê didin der:
* Hêvîneman, bêzarbûn
* Tirs, tirsa mirinê
* Panîk
* Şok
* Êş
* Şerm û diljêçûyîn
* Reaksiyonên bedena mirov
Mînakek ji rewşa trawmayê re:
Xemgîn ê 10 salî bi diya xwe re li gund dijî. Li gund bûyer diqewimin, pirr cara leşker hatine gund, zext li gundiyan kirine û li wan xistine.
Dema ku dayika xemgîn di axaftinanên xwe de qala lêdan û êşkenceya esker û cendermeyan dike, Xemgîn jî gotinên dayika xwe dibihîze. Li gorî axaftinên diya wî leşker, lêdan û êşkenceyê li Kurdan dikin, zarokan ji dayikên wan qut dikin û dayikan digirînin û carinan wan bi xwe re dibin û dikin girtîgehê.
Ji ber ku Xemgîn van xeberên dayika xwe dibihîse, gelekî ji leşkeran ditirse ku diya wî jî bigirin û bibin. Xemgîn, her cara ku gotina leşkeran dibîhîse, diricife, ditirse û xwe bi dawa diya xwe ve digire û xwe jê dûr naxe. Bi şev xewa wî lê diherime, di xewa xwe de carinan dibîne ku diya wî ne li cem wî ye, ew ji hev qut bûne. Xemgîn xwe êdî di ewlehiyê de nabîne û gotina leşkeran jê re dibe sedama trawmayeke derûnî.
Di rastiyê de diya Xemgînê biçûk ji aliyê leşkeran ve nehatiye girtin yan jî leşkeran êşkence li diya wî nekiriye. Ji ber ku ev bûyer li gundê Xemgîn qewimiye û diya wî gotiye çi hatiye serê gundiyên din, Xemgîn jî bawer dike ku rojêkê bûyer were serê wî û diya wî.
Xemgînê 10 salî dema leşkerekî Tirk dibîne diricife, dibizde, xwêdan dide û zikê wî diêşe. Tevî ku ti tişt nehatiye serî wî jî reaksiyonên wî yên bedenê weke ku zikê wî diêşe yan jî ditirse nîşana trawmayê ne.
Zarokên Kurdan şahidê gelek bûyerên trawmatîk in. Li Kurdistanê bûyerên weke girtin, lêdan, êşkencekirin, kuştin û zextên cûr bi cûr diqewimin. Ev bûyer bandora xwe dikarin bi tenê kêliyekê dewam bikin, lê dikarin heta dawiya jiyana mirovan jî tesîra xwe dewam bikin.
Reaksiyonên trawmayê çi ne?
Nîşana reaksiyonên trawmayê yên di jiyana zarokan de xwedî bandor, ev in:
* Xerabûna şiyana bi bîr anînê
* Xetera li ser hiş û aqil
* Xerabûna kontrolkirina xwe bi xwe
* Guherandina ferasetê
Reaksiyonên trawmatîk ên derûnî li ser zarokên temenê wan di bin 5 salî re, xwe bi tirsa ji dayika xwe werin veqetandin, ji nişkê ve qîrîn, qerisîn û bizdîn, ricifînê diyar dike.
Zarokên temenê wan di navbera 6 û 11 salan de ev reaksiyon xwe li cem wan nîşan didin: Qutkirina têkiliyên bi derdora xwe re, dixwedemayîn (xwe asêkirina di nava sînorên derûnî yîn xwe de) û pirsgirêka bala xwe dana ser tiştekî. Pirsgirêkên nerazanê, tirs, di qaqilkê xwe de man, xewnereşk jî nîşanên din in.
Ji bo kesên temenê wan di navber 12 û 17 salan de reaksiyonên trawmayê weke li ba kesên mezin xwe dide der:
Çilmisîna hisî, dîtina xewnereşk û kabûsan, depresiyon, dûrketin û revîna ji tiştê ku bûyerê tîne bîra wan, qutkirina têkiliyên bi kesan re û bi carekê anîna bîra xwe ya bûyerê (flashbacks).
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (PTSD)
PTSD bi tevgera, reftara xirab pêk tê û di bûyerên ne diyar û xeter de encam dide.
Nîşaneyên PTSD´yê ev in:
* Jinûve hatina serê mirov a bûyerê: Wênêyên ku bûyera trawmatîk careka din bibîr tînin.
* Xwe dana alî: Xwe vekişandina ji dever û aktivîteyan, çilmisîna hisî
* Hesasiyeta zêdeyî hed: Pirsgirêkên xewê, kêmbûna baldayînê,
Sê beşên kesên bûyerên trawmatîk hatî serê wan hene: Kesên xwe bi xwe baş dikin,
Koma kesên guherbar
Koma tehlûke li ser wan mayî.
Çavkanî:
1-Kurteya ICD-10, Internationales Klassifikations- und Diagnosesystem von psychischen Störungen
2-G. Fischer& P. Riedesser, Lehrbuch der Psychotraumatologie, 1998
3-Udolf, Margarete, Pschologische Praxis für Beratung und Traumapädagogik. 2012
4-Fischer, G. Neue Wege aus dem Trauma
5-Riedle, Ferber-Bauer, Gillig- Riedle: Pflegekinder
6-Hilfe für Kinder und Jugendliche nach Gewalt und Katastrophen, National Institut of Mental Health, USA
7-Institut für Traumabearbeitung und Fortbildung. Frankfurt
8-TraumaTransfort Consult. Köln