Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman derbarê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de peyamek weşand û ev hişyarî kir: “Ji bo peydakirina çareseriyek aştiyane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hinek berpirsên Hikûmetî li Enqereyê gotûbêjan li gel Abdullah Ocalan di girtîgehê de li dar dixin. Em di demekê de ku hêvî dikin ev hewildan û gavên han bigihêjin encamek erênî, di heman demê de bawer dikin ku gotûbêj hewce ye ji bo azadkirina Ocalan bên kirin." Osman hevdîtinên berê bibirxistin û xwest ku ev hevdîtin bi encam bin û xizmetî çareseriyek mayînde bikin û got, "Hewce ye PKK û Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) jî vê nerînê bi girîng bizanin û li berçav bigirin".


ANF/HEWLÊR