
Li Kantonên Rojavayê Kurdistanê de di çarçoveya xweseriya demokratîk de, weke di her warî de di warê hunerê de jî xelkê xwe bi xwe bi rê ve bir, rêxistina xwe bi ser xist û saziyên xwe avakirin. Li Kantona Kobanê Navenda Çand û Huner a Baqî Xido veguherî yek ji sembolên xweseriya demokratîk û nasnameya gelê Kurd li kantonê. Çeteyên DAIŞ´ê dema ku Îlona sala 2014´an êrîşa xwe ya qirkirinê birin ser Kobanê, di hefteya sisiyan a êrîşan de bi dîmenên li avahiya Navenda Çand û Huner a Baqî Xido girtî, bi dinyayê dabûn zanîn ku ew ketina nava Kobanê. Di roja 100´î a berxwedanê de ev navend 21-22´yî Kanûna 2014´an ji çeteyan hat pqaij kirin. Ev navenda ku ji şahidên berxwedana serdemê ango ya Kobanê ye, ji nû ve hat vekirin.
Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê çawa ku li jor jî hat îfadekirin, yek ji şahidên berxwedana Kobanê bû, piştî tamîr, sererastkirin û jinûveavakirina wan cih û aliyên di berxwedanê de xerab bûbûn, bi merasîmekê ji nû ve hate vekirin.
Endamên wê ew ji nû ve ava kir
Navenda Çand û Huner a Baqî Xido li Kobanê yek ji wan cihan e ku lê esfaneyên dîrokî yên şervanên YPJ/YPG`ê lê hatibûn nivîsandin; endamên navendê beriya niha bi 6 mehan dest bi tamîrkirina navendê kir.
Navenda çandê ji gelek beşên wek; xêzkirina wêneyan, şano, stran, dîlan, beşê çêkirina peykeran, şûnwar, helbest û salona perwerdeyê pêk tê.
Bi sedan şênî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên sivîl ên kantonê û Şervanên QSD`ê, pêr di merasîma ji nû ve vekirina navendê de amade bûn.
Di salona merasîma jinûve vekirina navendê de, wêneyên têkoşerên di berxwedanê de şehîd bûyî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hunermend Baqî Xido hatibûn daliqandin.
Mekanê soza fedaîbûnê
Deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîdan, Semre Ehmed ve hat vekirin. Paşê, merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Endamê Navenda Baqî Xido Dijwar Zagros axivî û vekirina navendê li şêniyên Kobanê pîroz kir. Zagors bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li navendê û got: "Li vê navendê, şervanan soz dabû ku ji bo rizgarkirina Kobanê ruhê xwe feda bikin. Li vê navendê gelek efsaneyên lehengiyê li dijî çeteyan hatin nivîsandin”.
Cihê nîşandana ruhê berxwedanê
Paşê Endama Rêveberiya PYD`ê ya Kobanê, Dîlber Yûsif axivî û vekirina navendê pîroz kir û hemû şehîdên ku ruhê xwe ji bo Kobanê feda kirine, bi bîr anîn.
Yek Fermandarê YPG`ê ku cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtibû, Heqî Kobanê jî li vir axivî, got: "Ev cih ji bo şêniyên Kobanê cihekî dîrokî ye, li vêderê gelek şervanan canê xwe feda kir û ruhê berxwedanê li vê derê hat nîşandan.”
Piştî axaftinan, endamên Nevenda Baqî Xido stran gotin. Her wiha gelek rewşenbîrên Kobanê jî helbest xwendin.
Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.
Dengbêj Baqî Xido..
Baqî Xido sala 1920´an li Kobanê ji dayik bû û ji dengbêjên deşta Sirûcê ye. Ew yek ji wan dengbêjan e ku bi dengê xwe klasîk, destan û serpêhatiyên Kurdan parastine. Wî sala 1995´an ji ber sedemên nexweşiyê dev ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di feqîrî û perîşaniyê de derbas bû. Di dengbêjiya wî de rola Mihemedê Dûman (jê re li Kemanê dida) û Mihemed Gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e. Jiyana Baqî Xido ya hunerî gelekî dewlemend bû, wî gelek sêlên mûzîkê, û piştrae jî gelek kasêt tomar kirin. Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Delalî Qîzikan, Lo Dilo û gelekên din navdar e. Baqî Xido li seranserê Deşta Sirûcê, wilayetên Riha, Dîlok û Cizîrê bi nav û deng e. Wî 7´ê Sibata 2009´an koça xwe ya dawî kir.