
Li ser vexwendina Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê Kamuran Yuksek tevlî konferansa bi navê ‘Têkiliyên di navbera partiyên siyasî û serbixwebûna Başûrê kurdistanê” bû. Yuksek piştî konferansê rêze hevdîtin li gel rêxistin û partiyên Başûr pêk tîne.
Hevserokê DBP’ê Yuksek, got ku di konferansê de û di serdanên xwe de yek ji mijara wan ya sereke jî rewşa Bakûrê Kurdistanêye û armanca wan jî di vê mijarê de nêrînek hevpar derbixin holê ye. Yuksek wiha dirêjî bi axaftina xwe tîne: “Me di konferansê de jî û di serdanên xwe yên ji bo partiyan de jî rewşa Bakurê Kurdistanê destgirt. Rewşa Bakur tê şopandin lê, di derbarê sedemên wê de nêrînên cûda cûda hene. Ji lewma me xwast em birayên xwe yên Başûr di derbarê rewşê de bi awayeke berfireh agahdar bikin, da ew sedemên wê baş jihevderxin.”
‘Em dixwazin pêvajoyeke nû bidin destpêkirin’
Kamuran Yuksek daxuyakirin ku ev encama siyaseta Erdogane û wiha axivî: “Ev rewş di dîroka Kurdan û Tirkiyê de rewşeke nû û awarteye. Em van encaman bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re parve dikin. Daxwaza me ji partiyên Başûr ewe ku li dijî vêya nerazîbûn diyar bikin. Em dixwazin pêvajoyeke nû bidin destpêkirin, di vê çarçoveyê de jî me danûstandin dane destpêkirin.”
‘Divê hemû Kurd piştgiriyê bidin hev’
Yuksek der barê lidarxistina kongreya netewî ya Kurd de jî axivî û got: “Dibe şert û mercên Iraqê,Îranê, Sûrye û Tirkiyê cudabin lê, tişta giring ewe ku em piştgirî bidin hev. Ji bo vê jî kongreyek hewceye ku di nava hemû Kurdan de mekanîzmayeke hevpar saz bike. Ev mekanîzma wê bibe navenda çareserkirina pisgirêkan. Wê li ser siberoja Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û li ser pêşeroja Rojhilata Navîn guftûgo bikin, encam werin derxistin û stratejiyekî hevpar were diyarkirin. Bi baweriya min bi rêya çapemeniyê pêş çavê herkesê hev rexnekirin, hev vale derxistin, hev şikandin nêzîkatiyeke di cîh de nîne.”
Destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê
Yuksek dazanîn ku divê hemû Kurd xwedî li destkeftiyên Rojava derbikevin û wiha berdewam kir: “Bi taybet jî divê partiyên siyasî di oxira berjewendiyên biçûk de pêşî li pêşketinên Rojava negirin, nebin asteng. Pêwîste partiyên Kurd bîrdoziya hemû partiyan pêşçav bigirin û li ser xalên hevbeş werin gel hev. Mekanîzmayeke hevbeş ji bo hemû beşên Kurdistanê pêwîste, vê rolê jî kongreya netewî dikare bilîze.“
SEBÎH SAYIN / HEWLÊR